Jinên Êzidî di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de daxuyanî dan

Li navçeya Xanesorê ya Şengalê, jinên Êzidî bi wesîleya salvegera yekemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanî dan û bang kirin ku li ber her cûre dagirkerî, koledarî û faşîzmê rabin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek salvegera yekemîn a Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir û diyar kir ku ew weke jinên Êzidî yên ji fermana 74’an rizgar bûne wê her dem piştgiriya têkoşîna jin û gelan a ji bo azadiyê bikin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Niam Bedel daxuyanî da û di şexsê Jîna Emînî de tevahî şehîdên Serhildanê û jinên ku di ber têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî û salvegera Serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir.

Niam Bedel di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin li her deverê cîhanê rastî êrişan tê û got, “Weke jinên Êzidî ku di vê fermanê de em hatin qetilkirin, hatin firotin û hatin winda kirin, tekoşîna me li hember vê pergala ku jinê qetil dike ye. Li başurê Kurdistanê jî Axîna biçuk hate qetil kirin ji bo me ew jî fermanek bû. Her jineke ku tê qetil kirin jiyanek tê tune kirin. Lê em weke jin divê qetil kirina her jinekê bikin sedema tekoşîna xwe.”

Herî dawî bang li tevahî jinên cîhanê hate kirin ku xwedî li Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derkevin û li dijî her cure koletî, dagirkerî û faşîzmê serî rakin.