Jineke ciwan a evîndara çiyê

Dilda Rojhat ku li binê her dara bêhna xwe lê veda hesreta xwe ya li welêt nivîsî, bû sembola samîmiyet, durustî û xwebûnê.

Ji bo afirandina dîrokê divê mirov dîrokê bijî. Eger ev dîrok dîroka gelê Kurdistanê be, divê mirov bi kûrahî bijî. Mirovên bi dîrokê re bijî dibe dîrok. Evîna xwe digihêje asta herî bilind, digihêje dilê bi milyonan mirovî. Carna bi hezaran mirov dîrokê diafirînin, carna jî komek biçûk, carna kes. Dîrok carna bi kesekî destpê dike û digihêje bi sedan mirovî, bi milyonan mirovî. Ev rewş jî herî zêde di dîroka gelê Kurd de şênber dibe.

Gerîlaya YJA Starê Dilda Rojhat li bajarê Colemêrgê ji dayik bû ku hestên welatparêziyê lê gelekî xurt in. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyê ku evîndara wê bû û tevlî nava refên gerîla bû. Bi têkoşîna xwe ya bênavber her roj weke milîtaneke PAJK'ê bû evîndara çiyê. Ji Zapê heta bi Rojava, ji wir jî heta Avaşînê bi ser dagirkeran ve meşiya. Her roj hîn bêhtir bi Kurdistanê, gel, şehîdan û Rêbertî dihate girêdan, bi çiyayên Kurdistanê re dibû yek.

Dilda dikeve nava çavên hevrêyên xwe. Ji bo azadiya gelan di her kêliyê de bi eşqeke mezin tevlî têkoşînê dibe. Bi xurtî xwedî li jiyanê derdikeve û jiyanê bedew dike. Ji ber ku ew hezkirin, hesreta xwe tevlî jiyanê dike. Ew zaroka vê erdnîgariyê. Heta ku hûn zanibin gerîlayek ji bo çi şer dike û têdikoşe, dema ku we şitlê wan ê li xaka Kurdistanê şîn bûne dîtin, hingî hûn ê fêhm bikin bê gerîla kî ye. Dilda di dilê bi milyonan mirovî de hezkirin û eşqa xwe parve kir. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan, ji bo cîhanê têkoşîna azadiyê meşand û her roj hîn bêhtir nêzî azadiyê bû.

Dilda xwe li çiyayên welatê xwe mezin kir û ji bo van çiyayan biparêze, jiyana azad biafirîne di her kêliyê de têkoşiya. Gerîlaya YJA Starê Dilda çenteyê xwe amade kir ji bo vegere xaka ku lê ji dayik bû û mezin bû. Ev rêwîtî rêwîtiya hîn mezinkirina têkoşînê bû. Di rê de bi germahiyeke mezin her hevrêyên xwe hembêz kir û bi vî rengî berê xwe da Avaşînê. Ji bo zû xwe bigihînê çiya bi çiya, gir bi gir meşiya. Di çenteyê Gerîla Dilda de ji bilî lênûskekê, pirtûkekê û pariyek nanê tisî tiştekî din tune bû. Li binê her dareke ku bêhn lê vedida hesreta xwe ya li welêt û Rêbertî, hesreta li azadiyê dinivîsand.

Meh Gulan bû. Em her roj jinûve bi ruhê vê mehê re dibin yek. Di Gulana 2022'an de gerîlayeke din dikeve hembêza xaka Avaşînê. Avaşîn dibe Dilda, Dilda jî dibe Avaşîn.

Tu her tim bû hevrêyek, dostek, bedewiyek û mîna mîlyaketekê. Tu bû sembola samîmiyetê, durustiyê û xwebûnê. Tu bû parçeyek ji pîroziyê. Tu bû lehengeke gelê xwe ku kêfxweşî mayinde kir, êş parve kir.