‘Jin xwedî li dîrokê derdikevin’

Dayika Salîha Kanay ku bi salan e destar bikartîne diyar kir ku destar bi ked û parastina jinan hatiye van rojan. Kanay destnîşan kir ku ew bi bikaranîna destarê çand û dîroka xwe diparêze û bang li jinan kir ku xwedî li çanda xwe derkevin.

Rengê jiyana civakê li her deverê cuda ye. Her dever jî li gor çanda xwe jiyana xwe berdewam dike. Şert û mercên jiyanê bandor li ser mirovan dikin. Lê dîsa jî mirov di hemû şert û mercan de li gor çanda xwe dijîn. Li Kurdistanê ji dîrokê heta niha jin parastina alavên dîrokî yên weke destar dikin ku destar çanda herî kevnar a ku jinan heta roja îro parastiye ye. Her çiqas alavên pêşketî jî derketibin lê jin her dem bi armanca ku vê çanda xwe biparêzin, nîsk, genim û hwd. ku pêdiviya wan pê hebe, bi destar hêranê dikin.

XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERDIKEVE

Yek ji van jinan ku çanda xwe diparêze dayika Salîha Kanay 85 salî ye ku heta niha destar bikar tîne. Dayika Salîha Kanay di sala 1975’an di dema erdhêja Lice de ji Licê koçî Amedê dike, li gel hemû şert û mercên jiyanê jî xwedî li dîroka xwe derdikeve û dixwaze vê dîrokê bide jiyan kirin.

‘DESTAR BI KEDA JINAN HATIYE VAN ROJAN’

Kanaya, di sedema bikaranîna destarê wiha vedibêje: “Jin xwedî li çanda jinên afrîner ên dîroka kevnar derdikevin û ev çand heta roja îro anîne. Jinên Kurd heta dawiyê li çanda xwe xwedî derketine û destar jî çandeke wan e. Destar amûreke xwezayî ye û tişa ku pê tê hêrandin xwezayîbûnê winda nake û ji ber vê taybetmendiya xwe em destarê bi kar tîne. Destar heta roja îro bi ked û parastina jinan hatiye van rojan û naxwaze ev çand ji holê bê rakirin. Bi armanca parastina vê çanda ku li ber windabûnê ye, ez di her demsalê de bi kar tînim. Çiqas çand were parastin ewqasî jî dîrok tê mayîndekirin.”

’PARASTINA ÇANDÊ PARASTINA NASNAMEYÊ YE’

Kanay da zanîn ku ew ji ciwantiya xwe heta îro bi destarê hêrandinê dike û wiha axivî: “Ji zaroktiya xwe de ez destarê bikartînim. Wê demê hemû jinan bi destan pêdiviyên xwe yên hêranê bi cih dianîn. Lê niha ev çand gelek kêm bûye. Sedema wê jî pêşketina teknîkê ye. Pêşketina teknîkê girîng e lê nayê wateya ku mirov dûrî çanda xwe ya resen bikeve, ji ber ku parastina çandê, parastina nasnameya mirov e. Bi destarê em nîsk, genim, ce, savar, garis û hwk. pêdiviyên xwe dihêrim.

Ev karekî zehmete lê belê bi tendurist e. Ji bo ku ev dîrok neyê windakirin ev 70 sal e ez vê dîrokê didim jiyankirin. Ji vî karî re sebir û xebat pêwîste. Jinên Kurd  bi afrênerî û keda xwe ev dîrok heta roja me ya îro aniye. Weke pêşiyên me gotiye, ‘mişkên aşê birçî namîn’ Ev gotin ji bo kesên dikarin kare xwe bikin hatiye gotin.”

‘LI GORÎ AHENGA DENG HÊRANÊ DIKIN’

Dayika Kanay destnîşan kir ku di çanda jinên afirîner de jiyaneke komînal hey û ev tişt got: “Dema ku jin ji bo karê hêranê li dora destar û her wiha amûrên dîrokî kom dibin çanda stranbêjiyê jî li wê derdikeve holê. Jinên ku li dora destar kom dibin li gorî ahenga dengê destarê ku derdixe, stranan dibêjin û çanda stranbêjiyê jî pêşve dibin.”

‘XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN’

Herî dawî dayika Salîha Kanay, bang li hemû jinan kir ku xwedî li çanda xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Divê jin xwedî li çanda xwe derkevin û bi taybetî jî li çanda jinên afrîner ku heta roja îro ji berhemên wan sûdê digirin. Divê bi taybet jinên ciwan xwedî li vê dîrokê derkeve û hewl bidin vê çandê zindî bihêlin.”