Ji zexta xiyanet û qirkirinê ber bi paytexta DAIŞ'ê ve -3

Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, vê carê PDK'ê û dewleta Tirk êrîşî Êzidiyan kirin. Êzidiyan xwe ji zext û zordariya qirkirinê rizgar kirin û niha li Reqayê di pêngava tolhildanê de ne.

Piştî ku gerîlayên HPG, YJA Star, şervanên YPG, YPJ û hêzên milîs li dû rabûna fermana 73'an xwe gihandin Çiyayê Şengalê, civaka Êzidî bi taybetî ciwanan xwe bi rêxistin kirin û berê xwe dan armanca rizgarkirina bajarê xwe. Derbên ku gerîlayan û YPG, YPJ’ê li gundên Şengalê li çeteyên DAIŞ’ê xistin, di serî de li nav Êzîdiyan, li hemû parçeyên Kurdistanê ew qinyat çêbû ev der wê bi dest çeteyan ve û hevkarên wan ve neyên berdan.

Civaka Êzîdî, ji bo ku ferman neçe sêrî û careke dî Êzîdî neyên qeleçokirin (komkujî) hêzên xwe yên leşkerî, meclîsên xwe, saziyên perwerdehiyê, akademî û partiyên xwe ava kirin.

BERSIVA ÊZÎDIYAN A LI FERMANÊ: SAZÎBÛN

Pişti fermanê bi demeke kurt gelê Êzîdî ev rêxistinî pêk anîn:

1- Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ): Îlona 2014’an hê di ser fermanê re mehek jî derbas nebûyî ciwanên Êzîdî bi destek û perwerdehiya gerîlayan YBŞ ava kirin. YBŞ di dema damezirandinê de bi gotina ‘em bersiva fermanê ne’ bersiva dîrokê da.

2- Yekîneyên Jin ên Şengalê ( YJŞ): Di fermanê de herî pir jinên Êzîdî bûne hedef. Jinên ciwan ên Êzîdî yên ku di bazarên koleyan de hatin firotin, sonda tolhildanê xwarin, bi îlhama ku ji Rojava standin pêşî YPJ Şengal ava kirin. Lê piştre navê xwe guherandin û bi navê YJŞ’ê starta artêşbûna jinê dan.

3- Meclîsa Damezirîner a Avakirinê ya Şengalê: Gelê Êzîdî ji ber sedema fermanê analîza wê kir ku di hêla xweparastin û xwerêveberiyê de kêmasî heye û ji bo ku xwe bi rê ve bibe 14’ê Çile ya 2015’an Meclîsa Damezirîner a Avakirinê ya Şengalê damezirandin.

4-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk: Di salagera Meclîsa Damezirîner a Avakirinê ya Şengalê de xebatên xweseriya Şengalê hate avakirin. Di kongreya 2. a Meclîsa Damezirîner de, 30’ê Gulana 2017’an navê xwe guherand û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate avakirin. Gelê Êzîdî bi meclîsa xwe ya ku ji 101 kursiyî pêk tê derbarê xwe biryaran distîne.

5- Meclîsa Jinên Azad a Êzîdiyan (TAJÊ): Jinên ku di hedefa pêşî ya qirkirinê de bûn bi navê Tevgera Jinên Azad (TAJÊ) birêxistin bûn.

6- Akademî û Perwerdehî:  Ji bo Êzidiyên ku ji Êzdayatiya rasteqîn dûr ketin e, ji bo pêdiviya perwerdehiya leşkerî, civakî û azadiya jinê akademî hatin avakirin. Di qada leşkerî de Akademiya Derwêşê Evdî, di qada civakî de Akademiya Şehîd Egîd Efrîn; di qada jinê de jî bi pêşengiya TAJÊ Akademiya Şehîd Binefş Edessa hate avakirin.

7- Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ):  Piştî ku partî 2016’an hate damezirandin ji hêla hikûmeta navendî ya Iraqê ve bi fermî hate avakirin.

8- Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo ewlehiya bajar û gundan pêk bîne Hezîrana 2016’an hate damezirandin.

9- Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ): Ji bo ku şervanên YBŞ-YJŞ’ê bibin profesyonel 2016’an hate avakirin.

10- Xizmetên Perwerdehî û Sosyal:  Li 10 dibistanan heta pola 6’an perwerdehî tê dayin. Li van dibistanan li gel dersên zanistên sosyal û fenê dersên Erebî û Ingilîzî jî têne dayin. Ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê Êzîdî bi piştevaniya Kantona Cizîrê xebatên şaredariyê hatine geşkirin.

‘JINÊN ÊZÎDÎ JI BO HEMÛ JINAN BÛNE BAWERÎ’

Şervana YJA Starê Delîla Kobanê ku çûyî Şengalê û di nav ‘tabûra mudaleyê’ de ye, di serî de jin li ser sazîbûna Kurdên Êzîdî wiha got: ‘’Jinên Êzîdî piştî qirkirinê bi demeke kurd bi sazîbûna ku pêk anîne pêngaveke mezin pêk anîn. Jinên Êzdî yên ku wê demê qir dorpêça qirkirinê de bûn û dabe ber bazarên koleyan her ku PKK naskirin girîngî dane xweprastinê. Jiyana berê dane ber pirsan û baweriyek çêbû. Jinan her ku felsefeya Rêber Apo nas kirin pir bi pêş ve çûn. Niha ne tenê ji bo jinên Êzîdî ji bo hemû jinan têdikoşin. Mînaka vê ya herî berbiçav tevlêbûna wan a li pêngava Reqayê ye.

JI MÎREKTIYA DAIŞ’Ê RE ERÊ, LÊ JI XWERÊVEBERINA ÊZÎDIYAN RE NA!

PDK nerazîbûna xwe ya ji nû ve avakirina jiyanê her demê diyar kir û li dijî Şengalê dest bi reşkirinê kir. PDK ya ku bêyî ku guleyekê biteqîne bajar radestî DAIŞ’ê kirî û gelê Êzîdî li nav destê çeteyên hov hiştî piştî ragihandina Meclîsa Damezirîner a Avakariya  Şengalê  got, ‘’PKK li Şengalê kantonê ava dike’. PDK ya ku qet ji ji avakirina ‘mîrektî’ya çeteyên DAIŞ’ê ne aciz bû, diyar kir ku ew ê ti caran qebûl nekin ku Êzîdî xwe bi rê ve bibin û dest bi kampanyaya ‘PKK bila ji Şengalê derkeve’ kir. Lê di serî de gelê Êzîdî, ji ber helwesta gelê Başûrê Kurdistanê neçar ma ku bêdeng bibe.
 
‘TIM HINEKAN ÊZÎDÎ BI RÊ VE BIRIN’

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehtan Xelîl li ser mijara ku piştî 2003’an PDK dest li ser rêveberiya Şengalê danî û piştî fermana 3’yê Tebaxê weke berê xwe bi rê ve bibe ji ANF’ê re axivî û got: ‘’ ‘2003’an hikmê Seddam li Şengalê nema ya PDK’ê dest pê kir. Çawa ku hatin muxtar û şêx bi xwe ve girêdan û dest bi rêvebirinê kirin. Gotin em siwariyan bidin cem xw jixwe piya yên me ne. Bi vî rengî gelê Êzîdî bi xwe ve girêdan. Heta 3’yê Tebaxê ti caran Êzîdî nebûbûn xwedî rêveberî û kursiyekî. Tim hine dî ew bi rê ve birin.’’

FERMANA DEWLETA TIRK Û ÊRÎŞA PDK’Ê

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji bajêr hatin rakirin dewleta Tirk li ser Şengalê û Êzîdiyna gef xwar. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdodan 2016-2017’an di gelek axaftinên xwe gef li Êzidiyan û Şengalê xwar. Dewleta Tirk li hêlekê gef li Êzidyan dixwar û ji hêlekê ve ferman dida PDK’ê da ku rêxistiniya Şengalê tertûbelav bike. Dawiya meha Sibatê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû Tİrkiyê, piştî vê bi demeke kurd 3’yê Adarê komên çekdar ên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ ên bi ser PDK’ê ve êrîş birin ser Xanesorê ya Şengalê.

PDK GULEYA KU DIL NEDIHIŞT BAVÊJE DAIŞ’Ê AVÊTE NÛJIYAN Û ÊZIDIYAN

Di êrîşa wan çeteyan de ku ji hêla dewleta Tirk ve li Başîkayê hatibû perwerdekirin, 6 şervanên YBŞ’ê, du gerîlayên HPG’ê û nûçegihan Nûjiyan Erhan hatin kuştin. PDK ya ku guleyên ku dil nedihişt bavêje çeteyên DAIŞ’ê avête gelê Êzîdî, vê jî kir ku li Kurdistanê halamanî rabe. Piştî helwestên ku hatin nîşandan û daxuyniya YBŞ’ê ku gotî ‘em ê bersivê bidin’’ PDK û komên çekdar ên bi ser wê ve neçar man ku bi paş ve gav bavêjin. Di dema êrîşan de şervanê HPG’ê ji bo ku pêşî li şer bigire hewl dida, bi kuştina gerîlayê HPG’ê li nav civaka Kurd hêrseke mezin çêbû.

Ji hêla dî ve jî PDK çekên ku bi kar anîn, piştî komkujiya 3’yê Tebaxê, bi bikaranîna trajediya Êzidiyan di serî de ji Elmanya û welatên Ewropa standibûn, vê jî rê li ber helwestên mezin vekir.

ÊRÎŞA DEWLETA TIRK

Piştî ku êrîş hatin pûçkirin şeva ku 25’ê Nîsanê balafirên şer ên Tirk bi ser gundên Kesre û Amûdê yên Şengalê û Qereçoxê ya Dêrikê de êrîşeke hewayî pêk anî. Di êrîşa bi ser Şengalê de Radyoya Çirayê kirine hedef û ciwanek hate kuştin.

Di êrîşa bi ser Şengalê de balafirên Tirk kozikên pêşmerge ji xwe re kirin hedef û 5 pêşmerge kuştin. Lê çapemeniya PDK’ê ji ber êrîşan PKK tawanbar kir. Organa weşanê ya PDK’ê got: ‘’ YBŞ beriya êrîşê ji êrîşê agahdar bû û mewziyên xwe vala kiribûn’’ lê ev derewa PDK’ê heman rojê ji hêla Erdogan ve hate derewandin. Erdogan got beriya êrîşê wan PDK agahdar kirine. Vê jî careke dî hevkariya PDK’ê raxist ber çavan.

ARTÊŞA ÊZIDIYAN A KU JI BO TOLHILDANA DÎROKÊ BI SER REQAYÊ DE DIMEŞE

Li gel hemû êrîşên qirker, îxanet û komployan gelê Êzîdî yê ku li Şengalê birêxistin bûyî, bi hêza xwe ya parastinê ya bi hezaran şervan, hem xaka xwe, nasname û çanda xwe diparêze û ava dike û hem jî ji Minbicê ya bi Reqayê ji bo ku tola fermanê hilîne bi ser DAIŞ’ê de diçe. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên ku tevlî pêngava Minbicê bûne, tevlî operasyona Reqayê bûne, ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rê ve dibin û li ‘peytext’a çeteyan derba kuştinê li çeteyan didin û tolê dihilînin.

LI REQAYA KU LÊ DÎLGIRTÛBÛ BI ŞERVANTIYA AZADIYA VEGERIYA

Ji niha û pê ve em ê gotinê ji fermandara YJŞ’ê Hêja Şengal re bihêlin ku piştî dîl kete destê DAIŞ’ê, ew birin Reqayê piştre jî hate azadkirin û niha li bi fermandariyê li Reqayê ye: ‘’Dema ku îxanet li me hate kirin û em ketin destê çeteyan em birin Telaferê. Li wir piştî ku em jin, zarok û mêr ji hev veqetandin, koma ku ez jî di nav de bûm birin Reqayê. Li vir jî demekê em li zindanê man. Di vê navbeyê de çete her roj dihatin û hin dibirin bazarên koleyan û difirotin. Ez jî ji malbata min qut kirim û dame hine dî. Sê caran min xwe derman kir da ku xwe bikujim. Piştre ez firotim malbateke dî. Demekê li wir mam. Piştre min biryar da ku birevim. Min got an wê min bikujin an jî ez ê rizgar bibim û ez rizgar bûm.’’

‘Piştî ku ez xilas bûm ez çûme Şengalê û tevlî nav YJŞ’ê bûm. Tenê armanceke min hebû; min dixwest tola wan jinên Êzîdî bihilînim ku li bazarên koleyan dihatin firotin. Ji bo vê min rahişte çekê. Piştre, dema ku pêngava Reqayê dest pê kir, min dixwest li vir tolê hilînim. Min pêşniyara xwe kir. Niha jî ji bo ku ez tolê hilînim û wan jinan xilas bikim û bibim Êzîdxana pîroz li vir im.’’

QEDIYA.