Ji şevên berxwedanê...

Di tariya şevê de çav çavan nabînin û şer bi hemû giraniya xwe didome. Gerîla bi biryardarî li kozikên xwe cihê xwe digirin. Baweriya di çavên berxwedêran de nahêlin ku dagirker pê li axa pîroz bikin.

Dema em behsa berxwedana Cenga Heftanînê bikin bêguman hewce ye ku mirov wan qehremanên ku di nav berxwedana geş de cihê xwe digrin bîne ser ziman. Li Heftanîn gelek navên zêrîn hene ku destanên qehremaniyê ava kirine, di cengê de pergala artêşa dewleta dagirker a Tirk ji hev xistine û ew îro bûne stêrkên geş li ezmanên bilind. Wan qehremanan riya dîrokê ya derbarê Kurdan  hatiye xêzkirin guhertin. îro ger li başurê Kurdistanê jiyan hebe ew bi ked û xwîna wan e.

Niha jî di nava cengê de gelek şervanên azadiyê hene ku di şopa wan qehremanan de dimeşin. Her roj nasnameya Kurdî li Heftanînê tê parastin. Hebûn, nirx, jiyan û azadiya kurdistanê tê parastin.

ÇAVÊN JI XWE BAWER

Şev wisa tarî bû ku êdî çav çavan nedidît. Şer bi hemû giraniya xwe dewam dikir. Qad bi qad dengên topN dihat. Carekê çend kêliyên bêdeng derbas bû, hilma ku dihate standin jî sekinîbû. Dest li çek, çav li hawirdor. Vê zêde neajot û dîsa şer dest pê kir. Gelek bombe hatin barandin û mirov nedikarîbû bihijmêre. Zarokên êgir jî di çeperan de bi biryar cihê xwe girtibûn. Di rewşên normal de mirov dive bitirse lê van berxwedêran bi çavên ji xwe bawer bi biryar bûn ku nehêlin lingê dagirkeran bigihêje axa pîroz.

Piştî ku bi seatan belafiab bonbe avêt, helîkopterên dixwestin leşkeran daxînin qadê. Li ser heremê geriyan û li cihekî guncav digeriyan. Ew wisa difikirîn ku êdî li holê kesek nemayê û wê bi rehetî dakevin û şeva xwe li wir derbas bikin. Çawa ku helîkopter xwe amade dikir ku leşkeran daxîne, fîşek ji her alî ber bi wan çû. Te digot qey baran dibare lê ne ji ezmanan ji erdê ber bi jor. Helîkopter bi awayekî reve revî rabû û hewil da ji qadê derkeve. Lê êdî dereng mabû ku bireve. Guleyek hat û li baskê helîkopterekî ket. Pîlotê ku êdî ziravê wî nemabû  nema dikarî li ser wê helîkopterê hakim be. Êdî her tişt ji dest çû. Piştra weke ku ew helîkopter serxweş bûye ber bi jêr ve ket. dîsa helîkopterên din darb xwerin û ji qadê vekişiyan.

Berxwedêran wisa li dagirkeran kiribûn ku qada Xantûrê ji bo wan mîna dojehê lê hatibû. Piştî vê şevê gelek leşker istîfa kirin û gotin em naçin şer. Bê guman her şev hewldan dubare dibû, lê her carê dagirker bi ser nediketin.

HEWILDANÊN WAN PÛÇ KIRIN

Doçkaya wê dev ji tilîlîyan bernedida. Gurmîna fîşekên ku davet li Heftanînê deng bilind dida  û digot, ‘ev der Heftanîn e.’ Ciwana berxwedanvaneke vê cengê ye. Li gel doçkeya xwe di şerê hebûnê de cih digirin. Gelek hewildanên dagirkeran pûç kirin û darbên giran li wan dan. Dewleta dagirker dema ku dixwaze leşkerên xwe daxîne û giran bigre, Ciwana bi doçkaya xwe, li gel hevalên xwe berevaniyekî mezin dikin. Çend hewildanên wan pûç kirin û Heftanîna bedew parastin. Ciwana pir ji doçkaya xwe hez dike. Doçkaya wê jî di destê wê de bi hezkirinekî mezin tevlî cengê ye.  Ew jî li dijî dagirkeriyê bê deng nemaye. Rûxmê ku hesin e jî lê rolê xwe bi serkeftî pêk tîne.

EV EGÎD Û ZÎLAN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MÎSOGER DIKIN

Li Heftanînê her tişt di nava berxwedanê da ye. Li kêleka gerîla, dar, kevir, ax û hemû zindiyên qadê beşdarî vê berxwedanê ne. Hestên xwe parastinê li ser her tiştî serwer e. Ma gelo kî dikare tişta ev berxwedêr dikin bi erzanî pênase bike. Li Heftanînê di nav her şert û mercî de dest ji çek nayê berdan. Ev Egîd û Zîlanan îro ji bo hebûna Başurê Kurdistanê were misogerkirin têdikoşin.