NÛ BÛ

JI Şengalê Dîmenên destpêkê

Balafirên şer ên dewleta Tirk şevê dî Şengal bombe kir. Di êrîşa hewayî de avahiya radyoya ÇIRA bi temamî hilweşiye.

Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de avahiya radyoyê ya ÇIRA bi temamî hilweşiya. Her wiha ziyana gihaşte ‘’Baxçeyê Rêbertiyê’’ ku ji bo bîranîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû çêkirin.

Li gorî agahiyên ku Fermandarê YBŞ’ê dayî ANF’ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Nûçegihanên ANF’ê yên ku çûne cihê êrîş lê bûyî dîmên avahiya radyoya ÇIRA û derdorê girtin.