Ji qeyûm gavên ‘dabeşker’

Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê desteser kirî bi îdîaya ku zarokên hin malbatan PKK’yî ne û alîkariyê bi PKK’ê re dikin av ji ser wan qut kiriye.

Qeyûmê ku Şaredariya  gel a Colemêgê desteser kirî ji ber ramanên siyasî êdî avê ji ser gel qut dike. Li Colemêrgê ku 85 ji 100’î dengên gel yên HDP’ê ne, qeyûmê ku bi zorê şaredarî desteser kirî bi îdîaya ku zarokên hin malbatan PKK’yî ne û hin malbat alîkarî dane PKK’ê av ji ser wan qut kiriye. Bi hezaran kesê ku ava wan nayê bi dehan caran ji bo ku ava wan were berdan serî li şaredariyê dan lê heta niha ti encam jê nestandine.

BI FERMAN QEYÛM AV QUT KIRINE

Piştî ku ji daxwaznameyên ku dane şaredariyê ti encam derneket, şêniyên Colemêrgê li dijî rayedarên şaredariyê helwest nîşan dan. Xebatkarên şaredariyê jî diyar kirin ku bi fermana  qeyûm av ji ser wan hatiye qutkirin. Li Colemêrgê ku li gorî ramanên siyasî avê didin û çopa wan tê rakirin, şêniyên bajêr li djî qeyûm û AKP’ê helwesta xwe nîşan didin.

 ‘HÛN MALBATÊN NÊZÎ PKK’Ê NE, JI BO VÊ ME AVA WE QUT KIR’

Bajariyekî Colemêrgê ku ji ber sedema ewlehiyê nexwestî navê xwe bide derbarê rewşê got: ‘’Ev nêzî salekê ye ku ava me tim qut dibe. Ji bo ku meseleya avê çareser bibe me gelek caran serî li şaredariyê da lê ti encam jê derneket. Dema ku me ji rayedarên şaredariyê pirsî bê ka çima ava me nayê, gotin, ‘’Hûn malbatên nêzî PKK’ê ne, ji bo vê jî me av ji ser we qut kiriye.

Li Colemêrgê av ji ser bi hezaran malbatî qut kirine. Qeyûm niha li Colemêrgê ‘dabeşkariyê’ dike. Li gorî ramanên siyasî nêzî mirovan dibe. Em HDP’yî ne. Heke ava me bernedin jî em ê dev ji doza xwe neqerin.’’

 ‘ŞAREDARÎ JÎ AV JÎ YA ME YE’

Kesekî dî jî bi bîr xist ku şaredarî hatiye desteserkirin û got: ‘’Em ne mecbûr in weke wan bifikirin. Şaredariya me desteser kirin. Ya ku wan kirî ne sûc e lê ji bo ku me dengê xwe daye HDP’ê sûc e?

Bi lîstikên wiha nikarin vîna me bişkîni. Şaredariya me dema xwe de xizmet da her kesî. Li ramana siyasî ya kesî nedinerîn. Lê ew avê jî nadin ên ne AKP’yî. Şaredarî jî ya me ye, av jî. Dibe ku ya me îro desteser kiribin lê dema ku roja wê hat em ê zanibin ji wan bistînin.’’