Ji malbatên Roboskî banga ‘NA’
Malbatên Roboskî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Malbatan ji bo êdî qetlîam çênebin banga bikaranîna dengê ‘NA’ kirin.
Malbatên Roboskî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Malbatan ji bo êdî qetlîam çênebin banga bikaranîna dengê ‘NA’ kirin.
Li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê, malbatên 34 kesên ku sala 2011’an de zarokê wan ji aliyê balafirên şer ê Tirkan ve hatibû qetilkirin, di hefteya 275’emîn a qetlîamê de li goristanê hatin cem hev. Pankarta ku li ser wê ‘Ji bo Roboskî, ji bo edaletê kujer divê werin darizandin’ vekirin û wêneyên xizmên xwe hilgirtin, li ser navê malbatên xizmên xwe wendakirine Qîmet Encû a ku birê xwe Fadil Encû wenda kiriye axivî.
JI BO ÇI NA?
Encû di derbarê referandumê de axivî û got ji bo kesên 12 salî bi 13 guleyan ve neyê qetilkirin em ê bêjin ‘NA’. Encû sedemên xwe yên ‘NA’yê waha rêzkir: “Ji bo qetlîamên ku di van demên dawî de pêk hatiye wek salên borî neyên tepisandin, ji bo hemû gelên cuda yên li ser vê axê, bi hev re di nav aşîtiyê de jiyan bikin, ji bo carekê din Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û gelek cihên din neyên xirabkirin, ji bo hesabê xizmê me yên ku li Roboskî bi balafirên şer ve hatin qetilkirin were pirsîn, divê hemû gel bêjin ‘NA’.”