Ji Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniya li ser Zerdeşt Arî

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser gerîlayê HPG'ê Îdrîs Çelîk (Zerdeşt Arî) daxuyaniye da û got, "Berpirsyariya layîqbûna şehîdan ev e ku, em alaya serfiraziyê werbigirin û bi hemû xwebûna xwe têbikoşin."

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser gerîlayê HPG'ê Îdrîs Çelîk (Zerdeşt Arî) daxuyaniye da û got, "Berpirsyariya layîqbûna şehîdan ev e ku, em alaya serfiraziyê werbigirin û bi hemû xwebûna xwe têbikoşin."

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan a li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Li hemberî polîtîkayên mêtingeriya Tirk a ku bi salan e Kurdistanê dagir dike, gelê me qir dike û bi asîmîlasyon, talan û komkujiyê, ciwanên Kurdistanê bi helwesteke fedaiyana ya bi pêşengiya PKK’ê, li ber xwe didin û ew ê berxwedana xwe bidomînin. Di vê berxwedanê de bi hezaran keç û jinên kurdan bi xwîna xwe axa Kurdistanê av dane. Bêguman têkoşîna şoreşgerî bi vê rêyê dikare wateyekê werbigire û bi vî giyanî dikare bi ser bikeve. Heval Zerdeşt Arî ji bo geşkirina têkoşîna ku dagirkeriya Tirkan ji Kurdistanê were derxistin piştî ku li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir, di sala 2017’an de ligel komek hevalan li Çiyayê Bagokê şehîd bû. Çalakî û kûrbûna herî mezin a wê layiqî Ş. Zerdeşt ev e ku, em hemû hêrsa xwe birêxistin bikin û berê xwe bidin hêzên dagirker û em tola xwe bistînin. Tekane rêya xwedîderketina li bîranîna Ş. Zerdeşt ev e ku em mêtingeriyê parçe bikin û têkoşîna xwe ya tolhildanê geştir bikin. Em soza xwe dubare dikin ku, em ê vê xaka pîroz an azad bikin an jî azad bikin. Di şexsê Ş. Zerdeşt Arî de em hevrêyên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em li ser navê Koordînasyona Komalên Ciwan, ji malbata wî ya hêja, gelê xwe û ji ciwanên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Di du salên dawîn de faşîzma Tirk tu pîvanên exlaqî nas nake û li hemberî gerllayên Kurdistanê derbên giran xwariye. Ji ber vê jî şertên zivistanê ji xwe re wekî firsend dîtiye û êrîşî baregehên gerîllayan kiriye. Lê wê têkçûna artêşa dagirker jî neyê jibîrkirin. Dijmin digot wê di Nîsanê de PKK biqede lê berevajî vî tiştî tovên berxwedanê her roj piçekî din geş dibe û hêzên dagirker roj bi roj bi paş ve diçin. Em heta ku vê dagirkeriyê biqedînin em ê li çiyayên Kurdistanê her roj artêşa Tirk tarûmar bikin.

Hevrê Zerdeşt bi salan di nav rêxistina ciwanan de maye û ked daye, hevalekî dilnizm, bi bawerî, bi coş û bi pîvan bû. Hevrê Zerdeşt dixwest di şoreşa Bakur de cihê xwe bigire û di çalakî û pratîka xwe de jî bawerî û armanca xwe kiriye yek û li ser vî esasî li hemberî hêzên dagirker têkoşiya ye. Hevrê Zerdeşt navê şermezarkirina pasîfbûn û paşvemanê; û navê tolhildan û qewirandina mêtingeriyê bû. Li ku dera jiyanê dibe bila bibe her kêlîka xwe daye têkoşînê û ji bo peyrewên xwe rêber û roniyek e.

Berpirsyariya layîqbûna şehîdan ev e ku, em alaya serfiraziyê werbigirin û bi hemû xwebûna xwe têbikoşin. Peywira me ye ku em xeyalên hevrêyê xwe pêk bînin û tola wî hilînin. Heta ku em mêtingeriya li Kurdistanê parçe bikin wê têkoşîna me roj bi roj mezin bibe û wê bidome."