Ji Komalên Ciwan banga xwedîderketinê ya li berxwedanê

Koordînasyona Komalê Ciwan; "Bi taybetî jî gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa divê biherikin qadan û berxwedanan meztir bike."

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî da û got Berxwedan li dijî her zalim û zilmê, weke hewlesta gel di dîroka têkoşîna gelan de cihê xwe girtiye û digire. Koordînasyona Komalên Ciwan got, Li dijî faşîzma Tirk jî berxwedana Kurdan û zarên wan, li ser zemîna parastina rûmeta xwe û bi dest ve anîna azadiya xwe rû daye û îro jî bi hemû bêhempatiya xwe de berdewam dike û wiha bi nav de çû:

‘’Te divê li çiyayên Kurdistanê û te divê li bajaran ev berxwedan roj bi roj mezin dibe û wê mezintir bibe. Di şertên dîlgirtî de, bi rewşeke ku ji hemû amûran bêpar, tenê û tenê bi hêza vînî ya ku bi îdeolojiyê bûye pola, li dijî faşîzmê, di nava faşîzmê de nîşandana berxwedanê helwesteke mezin a lehengiyê ye. Em Komalên Ciwan vê berxwedana berz î bêhempa slav dikin.

Pêşketina berxwedana zindanan a di dîroka berxwedanê ya gelê me de ku di şertên rojê de, di wê pêvajoyê de ku êrîşê qirker ji neçarî herî pir bi rengekî hovene pêk tên, xwedî girîngî û wateyeke mezin e. Ti şik û guman jê nîn e ku li dijî faşîzmê ev berdewama wê helwesta berxwedêr e ku beriya bi salan bi pêşengiya  Kêmalan, Xeyrî, Akîfan û bi pêşenê ciwanan Alî Çîçekan pêk hatibû û her wiha jiyandina wan hevrêyan e. Di şertên wan rojan de vê xetê û vî giyanî li ber xwe da û ev xet, ev berxwedan li tevahiya Kurdistanê berbelav kirin. Ji bo vê jî ev xeta berxwedanê li dijî faşîzmê xeta şoreşgeriya sosyalîst a berz e. Ji ber vê jî xwedîderketin, di serî de ciwanên sosyalîst berpirsyariya hemû mirovahiyê ye. Ji ber ku berxwedana zindanê, di gewherê xwe de, berxwedana bi mebesta nirxên têkildarî mirovahiyê ye. Ti daxwazên şexsî yên berxwedêran nîn in, xwedî wî xisletî ye ku ji bo mirovan e û berxwedana mirovî ye. Ji ber vê sedemê di serî de gelê me yê welatparêz û ciwanên milîtan em bang li tevahiya raya giştî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin, xwedî li berxwedana zindanan derkevin. Divê deng bi vê berxwedana zindanan were xistin û divê em wê berpirsyariya ku em vê berxwedana pîroz li her deverê berbelav bikin tevbigerin. Ji ber ku êdî rewşa berxwedêran hatiye rewşeke krîtîk û beriya ku dereng bikeve îro tişta ku divê em bikin, em bikin. Em ji bîr nekin, di dest van berxwedêran de ji bilî beden û hêza wan a îdeolojîk tiştekî dî nîn e. Bêdengiya li dij vê berxwedanê ji bo ûcdanê mirov zilm e.

Ji ber vê sedemê di serî ciwanên milîtan û fedekar ên Kurdistanê, divê hemû ciwanên şoreşger, sosyalîst, anarşîst, antî kapîtalîst, ên zanîngehê, lîseyê tevbigerin û helwesta xwe ya şoreşger a radîkal, helwesta xwe ya însanî der bikin. Bi taybetî jî gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li Ewropa divê derkevin qadan û berxwedanê geş û gur bikin. Li dijî faşîzmê tenê bi berxwdanê mirov bi ser dikeve, bêdengî faşîzmê em xurt dike û hem jî têkçûn têrê nake. Em di dirûşma ‘an berxwedan an berxwedan’ bang li hemû ciwanan dikin ku xwe berdin kuçeyan. Beriya ku sibe bi derengî bikeve, ji bo berxwedana zindanan, ji bo rûmeta mirovahiyê, ji bo jiyaneke mirovî em bang li berxwedanê dikin. Tenê bi berxwedanê em dikarin bi ser bikevin.’’