Ji Kerkûkê û Xûrmatûyê 150 hezar kesî koç kir

Piştî ku artêşa Iraqê Kerkûk bi dest xist û pêşmerge vekişiyan, ji Kerkûk û Xûrmatûyê 150 hezar kesî koç kir û di şertên xirab de dijîn.

Piştî ku artêşa Iraqê bi Heşdî Şebî re Xûrmatû, Taze, Daqûq, Kerkûk bi dest xist Kurdên li van bajar û gundan neçar hatin hiştin ku koç bikin. Li gorî daneyan li Xûrmatû û Kerkûkê nêzî 150 hezar kesî koç kir. Piraniya yên ku ji Xûrmatî koç kirin çûne Kelar, Germiyanê û yên li derdora Kerkûkê jî çûne  Kara Încîr û Çemçemalê. Piraniya ku kesên ku çûne Kara Încîr û Çemçemalê gel vehewand nav malên xwe û hin ji wan jî li mizgeft û dibistanan hatin bicihkirin.

‘DEST AVÊTIN NAMÛSA ME’

Xurbet Mihemmed Silêman ku li gel malbata xwe ya 10 kesî ji Kerkûkê taxa Pencalî koçî Çemçemalê kirî li ser koçberkirina xwe ya ji Kerkûkê got, ‘’li Kerkûk em gel firotin. Kerkûk di cih de vala kirin. Zarok ji şer û dengê şer ditirsiyan. Bi carekê re gotin pêşmerge reviyan. Me jî nema dikarîbû bimînin. Ji ber  ku li wir ewlehiya me tenê pêşmerge bûn. Piştî ku hatin ciwan girtin. Li Xûrmatû û deverên dî dest avêtin namûsa me. Li Xûrmatû û deverên dî hin bûyer çêbûbûn. Keç, ciwan û zarokên me hebûn, ji bo wê me nikarîbû em bimînin. Em bi rê ketin û hatin vir.’’

‘GELÊ ÇEMÇEMALÊ PIR BAŞ EM PÊŞWAZÎ KIRIN’

Dayika Xurbet got gelê Çemçemalê pir baş ew pêşwazî kirine, lê ji ber ku koçber pir zêde bûne, nekarina ku hemûyan hembêz bikin, wan bi cih bikin û têr bikin û wiha domand:’’Em niha li vir malbatek in, ji 10 kesan pêk tên. Li vir weke m enêzî 50 malbatî hene. Hûn halê me dibînin. Em 10 kes in lê bi lihêfekên e. Malbatek dikare bi lihêfekê be? Zivistan li pêş me ye, em ê çawa bikin nizanin. Divê zû çareyekê ji me re bibînin.’’

CIWANEKÎ LI MIZGEFTA REŞÎDÎ..

Ciwanekî ku neçar mayî ji Kerkûkê taxa Pencalî koçkirî li ser sedema koçkirina xwe got, ‘’Em neçar man ku 19’ê Cotmehê koç bikin. Roja pêşî leşkeran û Heşdî Şebî tiştek ji ciwanên Kerkûkê nekirin. Roja dî hemûyan li dijî me şer kirin. Gotin, ‘em ê bi we ve bizanibin’. Hin ciwan jî girtin. Me got ku em dernekevin wê me jî bigirin û em derketin. Ev heftiyeke em li vir in. Em dixwazin zû vegerin mala xwe.’’

‘DIVÊ BERPIRS WERIN DARIZANDIN’

Ciwanekî dî jî yê bi navê Burva Xerîb ê ku bi dildarî koçber pêşwazî dike got divê ev mirov vegerin malên xwe an jî kampek ji bo wan were çêkirin û got, ‘’Em hêvî dikin kesên ku bûne sedem ev mirov bikevin vî halî ji hêla gel ve werin darizandin.’’

KAMPANYAYA ALÎKARITÊ DIDOME

Ji bo gelê ku koç kirî Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Li ser navê Tevgera Ciwanan Ekrem Alî bang kir ku alîkarî bi gelê Çemçemalê û derdora wê re bike. Alî wiha got: ‘’ Em bawer dikin ku gelê me yê Çemçemal û derdorê wê bihistyar bin. Em hewl didin lêzimiyên wan dabîn bikin. Pêdivî bi xwarin vexwarin, lihêf û gelek tiştan heye. Hin malbatên me yên ku ji 10 kesan pêk tên bi lihêfekê ne. Heta niha gelê me pir bihistyar e. Lê têrê nake. Em hêvî dikin ku gelê me zêdetir bihistyar be. Ji ber ku ji ber zextan her roj malbatên dî tên.’’