Ji KCR/YJCR'ê pêngava 'Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê perçe bike, Rêbertiyê azad bike'
KCR/YJCR komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û bang li ciwanên Rojhialtê Kurdistanê kirin, ku tevlî pêngava wan a bi dirûşma "Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê perçe bike, Rêbertiyê azad bike" bibin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 16 reşemiyê 2017, 11:17
Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR), ji ber salvegera 18. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewletên desthilatdar û sermayedar, bi vê komployê xwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vîna azad ya gelê Kurd têk bibin û tine bikin.
'DI DILÊ KOMPLOGERAN DE BÛ BIRÎNENK BÊ DERMAN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber ku dijminê gelê Kurd ev komployên xwe yên qirêj berê jî pêk anî bûn û encam ne girtibûn, ev yek jî di dilê komplogeran bû birînek bê derman. Çawa ku Seyît Riza li hember hovîtiya serbazên tirk serî netewand, çawa ku Îhsan Nurî Paşa li ser çiyayê Agîrî yê ku ji her du milan ve hatibû dorpêçkirin, li hember Îranê û dewleta Tirk li ber xwe da, çawa ku Qazî Mihemed li meydana Çarçira bi lehêngî serî netewand, îro jî Rêber Apo li zîndana Îmraliyê di nav berxwedanek dîrokî de ye û tevî hemû hewldanê dijmin, Rêber Apo serî netewand û xeta berxwedanê bilind kir."
KCR/YJCR'ê dan xuyakirin, ku komplogeran di 15'ê Sibatê de xwestin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vê birîna xwe derman bikin û destnîşan kirin, ku Ocalan pêşî li vê girt û komplo pûç kir.
'BERXWEDANA RÊBER APO BANG E JI BO CIWANÊN KURD'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana Ocalan a di nava şert û mercên zalimane de û hat ragihandin, Rêberê Gelê Kurd bang li hemû ciwanan dike, ku xwedî li mîrateya têkoşerên Kurd û Kurdistanê derkevin, têkoşînê mezin bikin û dîroka xwe ji bîr nekin.
'ÇALAKIYA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ KOMPLOYÊ, TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN GERÎLA YE'
KCR/YJCR dan zanîn, ku hêzên komploger ji bo dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd bidomînin, li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê di nava plangerî û hewldanan de ne û wiha dewam kirin: "Di serî de dewleta Tirk û rejima Cumhûrî Îslamî ya Îranê vê komployê bi rê vê dibin. Bi berdewamkirina komployê dixwazin vê peyamê bidin hemû gelên Kurdistanê: 'Serokatiya we, vîna we di bin destê me de ye û hûn jî di bin destê me de ne'. Ev peyam eşkere ye. Lê bêlê ne Kurdistan Kurdistana berê ye û ne jî ciwan kurd ciwanên berê ne. Ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heta Rojhilat, ji Rojhilata Navîn heta Ewropa û cîhanê giştî bi pêşengtiya ciwanan ji bo 'Azadiya Rêber Apo' kîn û hersa xwe diyar dikin û nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nişan didin. Ev yek ji bo me girînge, lê bêlê ne têrkere. Pewîste bê zanîn ku çalakiya herî mezin a li hemberî komploya navdewletî, tevlîbûna nav refên gerîla ye. Ji ber armanca komloya navdewletî tinekirina hêza gelê kurd a xweparastinê û hêza rêxistinî bû.
Bi tevlîbûna her ciwanekî di nav refên gerîla de, tevgera Azadiyê tê mezin kirin û tekoşîn tê bilindkirin. Bê guman ev yek jî pêwîste di bin pêşengtiya Ciwanên welatparêz şoreşger û Azadîxwaz de pêk were. Pêwîste hemû ciwan bizanibin ku, azadbûyîn di destê we bi xwe de ye. Azadiya Rêber Apo bi tekoşîna ciwanan ve girêdayî ye. Ya ku azadiyê bide avakirin tekoşîna şoreşgerî ye. Pêngava azadiyê ya despêkê xwe naskirin û şoreşgerî ye."
'DEMA MEZINKIRINA ŞOREŞA ROJHILATÊ KURDISTANÊ HATIYE'
Daxuyaniya KCR/YJCR wiha dewam kir:
"Îro li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanên Kurd tevgerên azadixwaz û şoreşger hatine avakirin û tekoşîna azadiya bilind dikin. Vaye li Rojavayê Kurdistanê bi tekoşîna ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên şoreşger, Şoreşa Rojava hat avakirin û rengê xwe dide hemû gelê bindest. Niha jî dema mezinkirina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê hatiye. Yên ku pêşengtiya şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bikin, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi xwe ne.
Pêwîste em bi zanibin ku ji her demê bêhtir, îro em dikarin pêşengtiya şoreşê bikin û ciwanên her çar parçeyên Kurdistan û ciwanên şoreşger ên cîhanê bikşînin nav tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê. Çawa ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê, ciwanên şoreşger bi hev re bi yek armancê di nav yek çeperî de li hember hovîtiya DAIŞ û dagirkeriyê li ber xwe dan, îro li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriyê û pergala desthilatdariyê ku qirêj bûye û bûye bela serê her ciwanekî, bi pêşengtiya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, ciwanên ereb, fars, azerî, belûc, hemû kêm netewe û hemû baweriyên olî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikarin tevlî nav tekoşînê bin. Rêya vê jî gerîlabûne. Tenê gerîlabûn dikare hêza serketinê bide avakirin. Çawa ku di dîrokê de çiyayê Kurdistanê ji hêzên azadîxwaz re bûne hêlîn û hemû hêzên azadîxwaz di destpêkê de, tekoşînê xwe di çiyayên Kurdistanê de dane destpêkirin, niha jî pêwîste her ciwanekî kurd û azadixwaz û şoreşger berê xwe bide çiyayên Kurdistanê.
'GERÎLAYÊN KURDISTANÊ LI HER ÇIYAYEKÎ KURDISTANÊ BI CIH BÛYE'
Niha gerîla yê Kurdistanê di her çiyayekî Kurdistanê de xwe bi cih kiriye. Li Dalaho, Şaho, Kosalan, Mukiryan, Merîwan, Sine, li Mako û Ûrmiyê gerîlayên Kurdistanê tekoşîn dimeşînin. Her ciwanek pêwîste xeyalê gerîlabûyînê bi xwe bide avakirin û pêk bîne. Ti kes nikare pêşiya xeyalên ciwanan bigre. Çawa ku qehremanên Rojhilatê Kurdistanê di nav şoreşa rojava de, li başûr û berxwedana Şengalê de û li berxwedana bakur de li ber xwe dane û ala şoreşê bilind kirine, em bawer dikin ku îro di Rojhilatê Kurdistanê de bi hezaran ciwan bi xeyalê gerîlatiyê dijîn hene, ev ciwan pêwîste berê xwe bidin ber bi çiyayên Kurdistanê û herêmê parastina medya. Bi vî awayî ciwanên rojhilat dikarin ji bo bilindkirina tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê amade bibin û ala şoreşê bilind bikin.
Di demeke ku hemû cîhan behsa tekoşîn, qehremantî û şoreşa gelê kurd dike, ciwanên rojhilat nikarin li hemberî vê bê deng bi mînin û vî derfetê dîrokî ji dest bidin."
PÊNGAVA 'BI TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ DAGIRKERIYÊ PARÇE BIKE, RÊBERTIYÊ AZAD BIKE' HAT DESTPÊKIRIN
Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê bi wesîleya salvegera şehadeta Dersîm Tolhildan de hevrêyê xwe bibîr anî û destnîşan kir, ku ew dest bi pêngava "Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê perçe bike, Rêbertiyê azad bike" didin destpêkirin.
KCR/YJCR li ser vê esasê bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistan ji Mako heta Ûrmiye, ji xoy heta Selmas, ji Mukiryan heta Merîwanê ji Hewreman heta Kirmaşan, ji Sine heta Îlamê û ciwanên Îranê ji Lorîstan heta Xoresanê û hemû bajarên Îranê li ser drûşma, "bi tolhildana şoreşgerî parçe dikin dagirkerî, azad dikin rêbertî", li berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derkevin û wek helwestek li hemberî dagirkerî û pergala desthilatdariya Cûmhûriya Îslamî ya Îranê tevlî nava refên gerîla bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Her ciwanek dikare bi tevlîbûna xwe ya nav refên gerîla li hemberî komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo bibe xwedî helwestek û xwe pêngavek din nêzî kî azadiya Rêber Apo bike.
Em di şexsê Ş. Hêmin, Ş. Bahoz, Ş. Dersîm, Ş. Birûsk, Ş. Zal, Ş. Kosar û herî dawî di şexsê Ş. Sirwande hemû şehîden şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û bawer dikin ku em ê bi hêza Rêbertiya xwe, bi hêza şehîdên xwe, bi hêza ciwanên welatparêz, azadîxwaz, tekoşer û şoreşger de serketinê misoger bikin."