Ji KCK’ê ji bo Şûle Elî peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hevjîna serokê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa, Şûle Elî peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hevjîna serokê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa, Şûle Elî peyama sersaxiyê weşand.
Peyama KCK’ê ya ji bo wefata Şûle Elî wisa ye:
“Hêja Şûle Elî ya ku jiyana wê di nav têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya gelê Kurd û kedkaran de derbas bûye, em bi xemgînî pê hisiyane ku rehmet kiriye. Wefata hêja Şûle ne bi tenê ji bo dostê me rêzdar Newşirwan Mistefa û malbata wî, ji bo gelê me û hêzên şoreşger û demokratîk jî windahiyek e.
Ji ber ku wefata Şûle xanim a ku jin û kedkarek e, di warê têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna kedkaran a heq û hiqûqê jî windahiyek e. Ji ber ku hêja Şûle, ji ciwaniya xwe û virve wekî jin û kedkarekê di nav refên pêşmergeyan de cih girtiye. Şûle Xanim wekî Kurdekê li hemberî mêtingeriyê, wekî jinekê li hemberî paşverûtî û koledariyê û wekî kedkarekê li hemberî kedxuriyê têkoşiyaye.
Şûle Xanim a ku di rojên teng de li ber xwe daye, piştî ku deskeftiyên mezin derketine holê jî ji nirxên xwe yên şoreşgeriyê veneqetiyaye. Bi awayekî mutewazî û sade, têkoşîna xwe domandiye, bi taybetî li gendelî û sîxuriyê helwesta xwe nîşan daye. Jiyan û helwesta Şûle Xanimê, di nav gelê me yê welatparêz ê ku ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşe her tim hatiye teqdîrkirin. Ji ber vê jî wefata Şûle Xanimê, ji bo me windahiyek e.
Em diyar dikin ku, ji ber wefata Şûle Xanimê em gelekî xemgîn in û êşa windahiyê wê hildigirin û sersaxiyê ji gelê Kurd, jinên Kurd, malbat, nas, hevrê û hevjînê wê ji rêzdar Newşirwan Mistefa re dixwazin.”