Ji KCK'ê daxuyaniya li ser 15'ê Sibatê: Divê her der bibe qada çalakiyê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek weşand û got, "Bersiva herî baş a li komployê, têkoşîn e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku li qadên mîna Bakurê Kurdistanê yên êrîş lê giran in, her navçe, tax, kolan û gund divê bibin qada çalakiyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku beriya niha bi 18 salan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, hemû dewlet û hêzên siyasî yên tevlî vê komployê bûne bi tundî şermezar dikin. Ev komplo, di şexsê Rêbertî de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye kirin."

KCK'ê diyar kir, hemû dewlet û hêzên siyasî yên cih di nava komployê de girtine, sûc li dijî mirovahiyê kirine û got, "Ev hêz wê li pêşberî têkoşîna gelê Kurd têk biçe. Di heman demê de wê weke civaka sûcdaran cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigirin."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam dike:

"Hêzên navneteweyî, bi rêya komployê xwestin, beriya destwerdana li Rojhilata Navîn hêzeke alternatîf a şoreşger tine bikin û Tirkiyeyê jî di vê destwerdanê de bi kar bînin. Hesab kirin, ku eger Rêbertî bê bandor bikin, wê PKK û Tevgera Azadiyê biqede. Lê belê, mîna ku Wezîra Karên Derve ya DYA ya wê demê Madeleîne Albrîght jî got, xwedîderketina gel a ku ew ne li bendê bû, hê ji destpêkê ve pêşî li komployê girt. Gelê Kurd, bi rengekî ku ti gelî nekiriye, xwedî li Rêberê xwe derket. Gelê Kurd ji bo xwedî li Rêberê xwe derkeve, hem li her devera Kurdistanê, hem jî li hemû welatên Kurd lê dijîn, rabûn ser piyan. Bi berxwedana xwe ya bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' re li dora Rêber Apo bendek ji agir çêkirin. Gelê me, ku di dema komployê de rabû ser piyan û yên di vê berxwedanê de şehîd bûn, hê di roja destpêkê de ji cîhanê re ragihandin ku ev komplo wê bi ser nekeve. Em gelê xwe yê di vê pêvajoyê de li ber xwe da careke din bi rêzdarî silav dikin û şehîdên têkoşîna li dijî komployê bi minetdarî bibîr tînin.

Gelê Kurd û tevgera me ya azadiyê, ev 18 sal in li dijî komployê têkoşîneke mezin dimeşînin. Xwedîderketina li Rêber Apo, ji her demê xurtir bûye. Gelê me, bi komployê re hê bêhtir xwedî li Rêberê xwe derketiye. Komplokeran hesab dikirin, ku bi têkiliya Rêbertî bi gel û têkiliya Rêbertî rêxistinê re bibibirin, bi vî rengî têkoşîna azadiyê tesfiye bikin. Lê belê gelê me hê bi xurtî li dora Rêbertî li hev civiya û tevgera me ya azadiyê jî hê xurtir bû.

'SALA 19'AN WÊ BIBE SALA AZADKIRINA RÊBERTÎ'

Bi komploye re hat xwestin, bandora Rêber Apo û PKK'ê ya li Rojhilata Navîn bê şikandin. Lê xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo îro li tevahiya Rojhilata Navîn bûye hêviya gelan. Bi vî rengî, tespît û pêşdîtina Rêber Apo ku digot, 'Komployên dîrokî nikarin pêşketinan rawestînin, berevajî hê didin lezandin' pêk hatiye.

Bersiva herî baş a li komployê ew e, ku têkoşîn ji her demê bêhtir bê xurtkirin û xeta sosyalîzm, azadî û demokrasiyê ya Rêber Apo li Rojhilata Navîn hê were bi hêzkirin û bandorkirin. Di nava 18 salên têkoşînê de li dijî komployê serketinên girîng di vî warî de bi dest ketin. Niha jî, di sala 19'an de em ê di çarçoveya afirandina jiyana zad û demokratîk a gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn de van destketiyan bi ser bixînin. Têkoşîna azadkirina gelê Kurd wê di heman demê de li ser bingeha azadkirina Rêber Apo were meşandin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo û azadiya gelê me wê bi hev re pêk were. Li ser vê bingehê, wê sala 19. a komployê bibe asta herî bilind a têkoşîna azadkirina Rêbertî.

'DIVÊ HER CIH BIBE QADA ÇALAKIYAN'

Bi destpêkirina sala 19. re em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku ji bo xwedîderketin û azadkirina Rêber Apo, li her cihî dakevin qadan û têkoşînê xurt bikin. Çalakiyên ku gelê me yê li Ewropayê û hêzên enternayonal li dijî komployê lidar dixin, astengî çi dibin bila bibin, divê li her cihê Kurd lê ne bên mezinkirin. Li qadên mîna Bakurê Kurdistanê yên êrîş lê giran in, her navçe, tax, kolan û gund divê bibin qada çalakiyê. Çalakiyên ji bo xwedîderketin û azadkirina Rêber Apo tên lidarxistin, divê mehên biharê bikin mehên têkoşîna li dijî mêtîngeriyê û bi vê biryardariyê werin xurtkirin.

Rêber Apo her tim bi rêbazeke şoreşgerî ya berê xwe li serketinê ye, tevgeriya ye. Em ê jî sala 2017'an bi rêbaza Rêbertiya xwe bikin sala serketinê."