Ji gundên Tebqayê...

Li her du qiraxên Çemê Firatê, li qadeke ji kîlometreyekê, erdekî mîna çolê heye. Li hin cihan deşteke bê dawî, li hin cihan jî girikên biçûk ên ji axê hene...

Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo azadiya Reqayê hat destpêkirin, di qonaxeke girîng de ye. Dorpêçiya Tebqayê bi çeperan tê zexmkirin. Li herêmên başûrê bajarok ên hatine rizgarkirin, jiyana gel bala me dikişîne.

Li her du qiraxên Çemê Firatê, li qadeke ji kîlometreyekê, erdekî mîna çolê heye. Li hin cihan deşteke bê dawî, li hin cihan jî girikên biçûk ên ji axê hene. Gund û malên li gundan ên cîhana li vê derê zindî dikin, ji axê hatine çêkirin. Xaniyên biçûk ên bi keviran hatine lêkirin, bi heriyê hatine sewaxkirin. Banê xaniyan hinekî hatiye xwarkirin û bi rêya lûleyên plastîk ên li ser ban, cihek ji bo herikîna ava baranê hatiye vekirin. Hemû xaniyên li vir dişibin hev. Gund jî dişibin hev. Zehmet e ku mirov gundekî ji yê din derxînin. Jiyana li gund û gundikan, bi heman mîmariyê hatiye avakirin. Yek ji taybetmendiyên wan ên hevpar ew e ku li nava xaniyan ben hatiye girêdan, ku kinc li ser wan tên raxistin.

Ev gundên li başûrê bajarokê Tebqayê, bi qasî 4 salan di nava cîhana tarî ya çeteyên DAIŞ'ê de man. Cîhana tarî ya çar salan enerjiya mirovan çikandiye. Di pêngava paqijkirina Tebqayê de, ku şeva 21'ê Adarê dest pê kir, di demeke kurt de qadeke berfireh hat rizgarkirin.

Ji bo zerar li sivîlan nebe, şervanan di pêngavê de gelekî bi hesasî tevgeriyan û di encamê de zerar li gel nebû. Heman rewş ji bo jiyana rojane jî dewam dike. Gundiyên Tebqayê ku gundê xwe bi şervanên azadiyê re parve dikin, gelekî kêfxweş in ku şervan dest li jiyana wan wernadin.

Ji ber vê yekê jiyana xwe ya rojane li gorî dilê xwe didomînin. Jiyana aboriyê sekinî ye. Li pêşiya her malê, kêm jî be keriyê pez, çend mirîşk û traktor û motorsîklet hene.

Gund hem ne mezin in, hem jî ne qelebalix in. Ji ber vê yekê dîmenên gelekî dişibin hev, li her gundî xuya dikin. Rûyê herî zindî yê gundan jî zarok in. Zarok li nava gund ji xwe re dilîzin. Lîstika wan a herî pê kêfa wan tê jî, kombûna li dora şervanên azadiyê ye.