Ji girtiyên li Wanê dihatin dermankirin 12 kes ji nexweşxaneyê derxistin

Ji girtiyên piştî dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî û şûnde sewqî nexweşxaneyê kiribûn 12 girtî hatin derxistin.

Ji girtiyên piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anî bûn û rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê 12 girtî ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Zekî Baysal, Azad Yalgin, Mezlûm Kapar, Medya Aslan, Saît Ûçar, Devran Bahadir, Mûhammet Salîh Çîçek û Mehmet Tûmûr li gel Omer Koç û Mahîr Dogûtekîn ên sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind kirin, dîsa Cîhan Tamûr ê 16’ê Kanûna 2018’an kete greva birçîbûnê li gel Ahmet Anigi û Vedat Ozagir ên ketibûn rojiya mirinê ên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê dihatin dermankirin piştî dermankirinê şandin girtîgehên lê diman.

Agahî hate girtin ku ji bo Girtîgeha Wanê doxor hatine şandin.