Ji girtiyan name: Roj roja geşkirina têkoşînê ye

Li girtîha Şakranê girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 60’î, girtiyên li T3 di girêvê de bi nameyekê bang li raya giştî kirin ku bihistyar bin.

Girêva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ku bi daxwaza, ‘’ Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawîlêhatina operasyonên leşkerî yên berdewam û binpêkirina mafan a li girtîgehan’’ bi rengekî bêdem û bêdorveger dest pê kirî kete roja 60’î. Di nameyê de ku ji girtîgeha Şakranê ji T3 hatî şandin, hate xwestin ku bi daxwaza azadiya Ocalan her kes xwedî li berxwedana zindanan derkeve.

Nameya ku girtiyan ji Şakran T3 5 girtiyan şandî wiha ye:

‘LI HEMÛ GIRTÎGEHAN DIXWAZIN SÎSTEMA IMRALIYÊ ÇÊBIKIN’

Dijmin dixwaze li hemû girtîgehan sîstema Îmraliyê çêbike. Bila baş were zanîn, aramanca sereke ya çalakiya me jiholêrabûna sîstema Imraliyê ye. Me tenê ji bo başkirina şertên xwe dest bi vê çalakiyê nekir, aramanca me ya sereke jiholêrakirina sîstema Imraliyê ye. Ji ber ku tişta ku bi me didin jiyîn parçeyek ji vê sîstemê ye.

Em ji rêya şehîdan û bi hêrsa Egîdan dibêjin;

Êdî kesek ji me nikare bi sîstema Imraliyê re bijî,

Edî kesek ji me nikare dîlbûna Rêber Apo ragire.

Êdî kesek ji me nikare êrîş, dorpêç û komkujiya li ser gelê me ragire.

Dengê hevrê Mehmet Tûnc êdî di guhê me de dizinge,

Jiyana hevrêyê me Mazlûm Dogan, di dilê her Kurdê birûmet de dijî,

Ji bo serfiraziyeke birûmet û berxwedana mezin;

Bêhtir wêrekî, bêhtir destek, bêhtir fedekarî, bêhtir şoreşgerî û Apoyîtî. Roj roja xwedîderketina li dozê ye. Roj roja xwedîderketina li azadiya Rêber Apo, li azadiya Kurdistanê û gelê Kurd e. Bi Rêber Apo em bûne xwedî vîneke azad. Roj ew roj e ku bi vîneke azad em Rêber Apo û niştiman azad bikin.

Em we hemûyan bi hurmet û hezkirinê slav dikin.’’