Ji emniyetê derewa 'kamera wesayita zirxî xerabe bû'

Rûniştina doza darizandina polîsê Tirk pêk hat ku bi wesayita zirxî Efe Tektekîn ê 5 salî qetil kiribû. Emniyetê îdîa kir ku kameraya wesayita zirxî xerabe bû.

Li navçeya Rezan a Amedê, li kolana Emekê, di 11'ê Îlona 2019'an de wesayita zirxî pê li Efe Tektekîn ê 5 salî kiribû û ew qetil kiribû. Polîsê Tirk Î.A. ê ku Efe Tektekîn qetil kir, bi sûcdariya "bi qisûr bû sedema mirinê" li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 9'emîn hate darizandin. Rûniştina 4'emîn a dozê pêk hat.

Polîsê kujer û parêzerên wî di bin parastina polîsan de ketin salona rûniştina dozê. Parêzerê malbata Efe Sedat Çinar, dayika Efe Nazîme û bavê wî Ahmet Tektekîn, ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Kubranûr Kartal beşdarî rûniştina dozê bûn.

Midûriyeta Emniyetê wêne û qeyda mobese ya li cihê bûyerê bi rengê CD şand, lê belê bi îdîaya ku "xerabe bû" qeyda kameraya wesayita zirxî neşand.

Dadger, rûniştina dozê ji bo 27'ê Nîsanê taloq kir.