BI DÎMEN

Ji çiyayên Kurdistanê mesaja Newrozê: Em ê sala 2017’an bikin sala serkeftinê

Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Yek ji fermandarê gerîla Amed Malazgîrt di pîrozbahiyên Qadên Parastina Medyaê de axivî û got bi giyanê Newrozê wê şerekî ji salên dî gelekî meztir were dayin.

Newroz li Qadên Parastina Medyayê bi tevlêbûna gelek gerîlayan bi awayekî bêhempa hate pîrozkirin. Yek ji fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel, her wiha Endamên Fermandariya Biryargeha Qadên Parastina Medyayê Hezil Ozgur, Samet Mardîn û Dorşîn Mahîr jî li merasîmê amade bûn.

Yek ji fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyan û dostan pîroz kir.

 

Malazgîrt got li Kurdistanê çanda berxwedanê heye û wiha domand: ‘’Salên 1970’î û 1980’yî çawa ku Kurdistanî li gel hemû qedexeyan, girtinan, mirin anîn ber çavan û li hemû Kurdistanê Newroz pîroz kirin, hevrê Mazlûm Dogan li zindanên mêtingeriya Tirk li dijî îxanetê û mêtingeriyê bi 3 niftikan agire Newrozê pêxist û di dilê Kurdan û Kurdistaniyan de cih girt. Heta niha Kurdistanî bi giyanê Mazlûm, Ronahî, Bêrîvanan li hemû qadan li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin.’’

 ‘2017’AN EM Ê BI GIYANÊ NEWROZÊ ŞER BIKIN’

Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk a mêtinger di mehên zivistanê de êrîşên mezin bi ser wan de anîne lê bi berxwedana gel a li dijî êrîşan ti encam bi dest ve neanîne û wiha got: ‘’Niha bihar hat. Dost, dijmin bila her kes bizanibe îsl bi giyanê Newrozê em ê li dijî mêtingeriyaTirk şerekî mezin bikin. Çete û îxanetkar, di şerê di navbera me û mêtingeriya Tİrk de bila nebin alav û amûr, bila ti keseke nebe amûrê vî şerî, bila nebin sedema ku nirxên mezin ên ku hatine afirandin ziyanê bibînin û di refê dijmin de cih negirin. Ji ber ku dewleta Tirk biryara şikandina vîna Kurdan daye. Hikûmeta Tirk dixwaze li hemû Kurdistanê tirs û xofê serdest bike û vîna Kurdan bişkîne.’’

 ‘AKP JÎ, EKONOMÎ JÎ WÊ BIBE HEDEFA ME’

Malazgîr bi berdewamî wiha got: ‘’Bi taybetî jî ên ku li Bakurê Kurdistanê xizmetê ji ekonomiya dewletê re dikin bila xwe dûr bixin. Ji ber ku hikûmet jî û aborî jî wê bibe hedefa me. Bi taybetî ên ku li Kurdistanê ên ku ji dewleta Tirk a mêtinger re rêyan çêdikin, mitehit û xebatkar divê di van karan de cih negirin. An na ji niha û pê de wê bibin hedefa me. Bila kesek nebêje dengê xwe li me nekirin. Li metropolên Tirkiyê aboriya mêtingeriya Tirk wê bibe hedefa me.’’

 ‘GELÊ KURD HETA DAWÎ LI BER XWE DA’

Amed Malazgîrt got bi êrîşan dixwazin vîna Kurd û Kurdistaniyan bişkînin û wiha domand: ‘’Li Kurdistanê hin çepel û îxanetkar li rex faşîzmê disekinin. Par bajar û gundên Kurdistanê tane ber tang û topan. Pir tund bi ser ciwanên Kurd de çûn. Gelek mirovên me bi saxî şewitandin. Lê rastiyeke heye; Kurd li gel van hemû tiştan jî li dij mêtingeriyê gava xwe bi paş ve neavêt, li rex mêtingeriyê nesekinî û îxanet qebûl nekir. Bi giyanê berxwedêr ê Newrozê serê xwe berjêr nekirin û heta dawiyê li ber xwe dan.’’

 ‘EM Ê SALA 2017’AN BIKIN SALA SERFIRAZIYÊ’

Malazgîrt diyar kir ku 2017’an wê şerekî ji salên dî tundtir were jiyîn û got: ‘ Suleyman Soylu ye Soysuz e çiye her heftî derdikeve ber çapemeniyê, propagandya deerewan dike û dibêje, ‘’me vîna Kurdistaniyan şikand, me derbên mezin li wan xist’’ Ev ne rast in, ew ê jî bibîne bê ka PKK şerekî çawa dike, dost jî dijmin jî wê bibînin. Em ê destûrê nedin ku kesên Soysuz(Bê esl û fesl) vîna Kurdan bişkînin. Ji bo vê jî em ê bi giyanê Newrozê 2017’an bikin sala serketinê.’’

Yek ji fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt bi berdewamî wiha got:

 ‘’Mêtingeriya Tirk niha jî Newrozê li Kurd û Kurdistaniyan qedexe dike û ji bo ku Kurdan tine bike her tiştî dike. Bi tayebetî jî hikûmeta Tirk ji bo ku giyanê berxwedêr ê gelê Kurd ê Newrozê têk bibe çi ji dest tê dike, hemû teknîkê bi kar tîne, li ser Kurdan komkujiyê dike, dixwaze ku çokşikandî bike. Lê rastiyeke wiha heye ku gelê Kurd bi ciwan, jin, ji 7 salî bigir heta bi  70 salî ya xwe kirine yek, li dijî dijmin dastan nivîsîn û serbilind bû. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Geverê hema hema li her deverê dastanên mezin nivîsin û kevneşopiyeke dî ya berxwedanê hate nivîsîn.

Li Sûrê fermandarê efsanewî hevrê Çiyager bi berxwedana xwe nîşan da ku encam wê bêhempa be. Li Geverê di şertên herî giran de jî hevrê Îslam, Rojvan û Bêrîtan 40 rojî bi berxwedana dastanî meşaleya Newrozê heta bi roja me anîn. Li Cizîrê hevrê Mehmet Tunc got, ‘’çi dibe bila bibe em ê li ber we çokê xwe nadînin’’ û careke dî berxwedana Mazum Dogan a Newrozê nîşanî dewleta Tirk a mêtinger da. Êrîşên dijmin bi çi jî rengî jî bin wan bi ti rengî serê xwe netewandin, bi paş ve gav neavêtin û tim berxwedan geş kirin. Deh bûne 100, sed bûne hezar û hezar bûne deh hezar, deh hezar bûne sed hezar û îro bi milyonan Newroz têne pîrozkirin. Ev rastî bi giyanê PKK’ê ava bû, dilê dijmin qutifand. Heke gerîlayên PKK’3e ev ji 30 salî zêdetir e di asta herî jor de li dijî mêtingeriya Tirk şer dikin ev ji ber giyanê Newrozê ye.’’

Malazgîrt gotinên xwe wiha qedandin: ‘’Îro em bi sedema Newrozê  di serî de li Rêber Apo, li şehîdên xwe yên leheng, li gelê Kurd û Kurdistanê, li hevrêyên xwe yên ku di zindanên mêtingeriya Tirk de li ber xwe didin pîroz dikin. Bijî Newroz, Bijî Rêber Apo!’’

Piştî merasîmê fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt bi gerîlayan re civînek kir. Piştî civînê agir hate vêxistin û govend hate gerandin, dirûşm hatin berzkirin.