Ji çiyayê Tendurekê dengê teqînê tê

Ji herêma Tendurekê, ku artêşa Tirk gelek leşkerên xwe şand wê derê, dengê çekan û teqînê tê.

Ji herêma Tendurekê, ku di navbera navçeyên Giyadîn û Bazîd ên Agiriyê û Ebex a Wanê de ye, ji duh bi şev û vir ve dengê çekan û teqînê tê. Li vê herêmê, ev 2 meh in balafirên keşfê yên Heron difirin. Dengê çekan û teqînê ku 2 saetan dewam kir, li navçeya Giyadîn, gundik û zozanên wê jî hate bihîstin.

Çavkaniyên herêmî gotin, dengê teqînê ji herêma Gûlîzerê û nêzî gundê Xarikê hatiye. Duh êvarê bi 7 mînîbusên transît tîmên taybet çûn herêmê. Liv û tevgera li vir dewam dike.