Ji bo zaroka 11 salî xwestin 30 hezar TL 'pereyê xwînê' bidin

Ji bo Bişeng Garan a 11 salî ku li Cizîrê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin, 30 hezar TL pereyê xwînê hate pêşniyarkirin. Malbata Garan ev pere qebûl nekir û got, "Em ê heta mirinê li dû doza xwe bin."

Bişeng Garan a 11 salî di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîrê bi fîşeka leşkerên Tirk a dagirker ku li serî ketibû, jiyana xwe ji dest dabû. Di doza Bişeng Garan de hîn gavek nehatiye avêtin. Malbata Garan ji ANF'ê re qala têkoşîna xwe ya 3 salan kir û diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji dozê bernedin. Malbat, 30 hezar TL ê ku rayedarên dewletê berî 2 salan ji bo malbatên kesên hatine kuştin pêşniyar kir, weke heqaretê dibîne. Malbatê got, "Heta ku em bimirin em ê li dû doza xwe bin. Heta ku bê eşkerekirin bê kê keça me kuştiye û heta bên darizandin, em ê dest ji dozê bernedin."

'EM 5O SIVÎLÊN EXTIYAR Û ZAROK BÛN KU DI JÊRZEMÎNÊ DE BÛN'

Dayik Talîa Garan (55) qala wê wextê kir: "Li Cizîrê 25 roj di ser destpêkirina qedexeya duyemîn re derbas bûbûn. Ji ber ku cihekî em biçin tine bû, em li mala xwe man. Topbaraneke gelekî giran li me kirin ku di dawiyê de me biryar dan, ku em biçin. Min nexwest ku ev rewş hîn bêhtir bê serê zarokên min ên biçû. Em derketin derve, lê me dît ku em nikarin bi pêş ve biçin. Me got, dibe ku cihekî hîn bi ewle bin û me xwe li jêrzemîna avahiyeke li nêzî mala me girt. Em nêzî 50 sivîl bûn ku di jêrzemînê de bûn. Piraniya me jî zarok û extiyar bûn."

Garan diyar kir ku dema top li ser avahiya ew tê de bûn bariyan, ew li hejmara 155'an geriyan û got, "Tevî ku me ji wan re got ku em komeke ji 50 sivîlan e û piranî extiyar û zarok in, topbaran girantir kirin. Kalekî li cem me, paçekî spî bi darikekî ve kir û derket derve. Me hemûyan da pey wî. Du keçên min ên biçûk li pêş me bûn. Keça min Bişeng û bavê wê jî li pişt min bûn. Piştî ku em ketin kolana Aşkin, mîna baranê gule li me bariya.

'JI MIN HEBÛ KU PIŞTÎ BIŞENG DU KEÇÊN MIN ÊN DIN JÎ HATINE KUŞTIN'

Dema ku min serê xwe rakir û li pişt xwe nihêrî, min dît ku keça min Bişeng di nava xwînê de li erdê dirêjbûyî ye. Di hembêza bavê xwe de bû. Fîşek li paş serê wê ketibû û ji çenga wê derketibû. Piştî ku min Bişeng dît, ez li her du keçên xwe yên din ên biçûk geriyam. Dema ku çavên min li wan neket, min got, 'ew jî mirine'. Dema ku fîşek li keça min ketibû, hîn sax bû. Hevserê min ber bi kolana Nûsaybînê ve beziya. Wesayiteke polîsan li wê derê em sekinand. Nêzî nîv saetê keça min di wî halî de li wir ma. Heta ku em gihîştin nexweşxaneyê saet û nîvek derbas bû. Me nekarî keça min rizgar bikin."

'HÎN JÎ TEDAWIYA PSÎKOLOJÎK DIBÎNIM'

Dayik Garan ku ji wê rojê ve psîkolojiya wê xera bûye, hîn jî tedawiya psîkolojîk dibîne. Garan anî ziman ku tedawî bi kêrî wê nayê û got, "Tenê dermên didin. Û doktor timî pirsa 'tu dixwaze xwe întihar bike yan na?' ji min dipirsin. Ez bixwazim di vê kêliyê de bimirin, wê çi bibe? Naxwazim zarokên xwe yên din jî sêwî û bê xwedî bihêlim. Eger ne ji zarokên min bûya, min nikarîbû kêliyekê jî îdare bikira. Heta ku hesab ji kesên ev yek anîn serê me bipirsim, bila Xwedê canê min nestîne."

Garan destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe ew ê dest ji lêgerîna li mafê keça xwe bernedin û got, "Ez ne dest ji keça xwe berdidim, ne jî ji doza xwe." Parêzer Adar Adibellî jî li ser dozê got, "Di dozê de gavek nehatiye avêtin û gumanbarek jî nehatiye diyarkirin. Lêpirsîn dewam dike. Em li bendê ne ku dozger biryar axwe bide. Me 30 hezar TL ê pêşniyar kiribûn qebûl nekir."