Ji bo şervanên QSD'ê Baran û Şik li Amedê konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo şervanên QSD'ê Ramazan Baran û Yûsûf Şik li Amedê konê sersaxiyê hate danîn.

Ji bo şervanê QSD'ê Ramazan Baran (Rojhat Amed) ê 2'ê Çileyê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da û Yûsûf Şik (Xebat Karker) ê di sala 2019'an de di êrişên dagirkeriyê de yê li dijî Girê Spî şehîd bû konê sersaxiyê hate danîn.

Serdanên sersaxiyê ji bo Ramazan Baran li navçeya Baglarê li Mala Şînê ya Dîcleyê û ji bo Yûsûf Şik jî li navçeya Baglarê li Mala Şînê ya Temîranê tên qebûlkirin:

Rêveberên MEBYA-DER'ê serdanên sersaxiyê kirin.