Ji bo şehîdên Mexmûrê konê sersaxiyê hate danîn
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo 4 jinên sivîl ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk dagirker ya li dijî wargehê de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hate danîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo 4 jinên sivîl ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk dagirker ya li dijî wargehê de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hate danîn.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şeva 13’ê Kanûnê bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) barandin û di encamê de 4 jinên sivîl hatibûn qetilkirin. Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê konê sersaxiyê hate danîn.
Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de sivîlên wargehê yên ku ev 25 sal in li ser xaka xwe penaber bûyîn hatin hedef girtin û di encama vê bomberanê de 4 jinên sivîl ku 3 ji heman malbatê bûn şehîd bûn. Ji bo 4 jinên şehîd li saziya malbatên şehîdan sersaxî têne qebûl kirin. Welatiyên wargehê serdana konê sersaxiyê dikin.
Kon vê sibê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê hate danîn. Piştî ku kon hate vedan gelê wargehê kom bi kom herikîn Saziya Malbatên Şehîdan.