Ji bo şehîd Cesûr Vedat Welat şîn hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Cesûr Vedat Welat şîn hat danîn. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi girseyî serdana şînê kirin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Cesûr Vedat Welat ku 10’ê Adara 2023’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, tevî du hevrêyên xwe şehîd bûbû, li Mala Şînê ya Farqîn ya navçeya Rêzana Amedê şîn hat danîn. Bi girseyî serdana şînê hat kirin.

Di serdanê de ku bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamya Winda Kirine (MEBYA-DER) hat kirin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.

Piştî ku ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin, dua hatin xwendin.