Ji bo rojnamevan Candemîr ê ku êrîşa zayendî ragihand lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku êrîşa zayendî ya li Bêgirî kir nûçe, lêpirsîn hat destpêkirin.

Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku li navçeya Bêgirî (Muradiye) ya Wanê derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 16 salî ragihand, bi îdîaya "Bi raya giştî re agahiyên şaş belav kiriye" doz hat vekirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bêgirî ve hate vekirin û ji bo îfadeyê bang li rojnamevan Candemîr hate kirin.

Candemîr tevî parêzera xwe Jiyan Ozkaplan çûn midûriyeta polîsan û îfade da.

Li midûriyeta polîsan jî pirsên, "Gelo karta we ya çapemeniyê ya zer a ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ve tê qebûlkirin heye? Hûn dizanin ku der barê îstîsmara zayendî de biryara nepenîtiyê heye" ji Candemîr hatin pirsîn.