Li Kerkûkê her meh bi tevlîbûna rêxistinên partiyên siyasî yên bajarê Kerkûkê li ser pêşketinên mehane civîn tên lidarxistin. Di civîna vê mehê de rojeva sereke pêşketinên li herêmê û referandûma ku li Kerkûkê tê kirin bû.
Piştî civînê li ser navê rêxistinên partiyên Kerkûkê daxuyanî ji aliyê Berpirsê Rêxistina PDK'ê yê Kerkûkê Salih Delo ve hat xwendin û hat gotin ku; "Me îro di civîna xwe de li ser pêşketinên herêmê û referandûma ku li Kerkûkê bê kirin gotûbêj kir. Em wek partiyên li Kerkûkê alîgirên vê referandûmê ne, ya ku wê ji bo serxwebûnê were kirin "
MEHMÛD: BERIYA REFERANDÛMÊ, TIŞTÊN PÊWÎST DIVÊ WERE KIRIN
Piştî civîna têkildarî referandûmê, Alîkarê Serokê Rêxistina YNK'ê yê Kerkûkê Rewend Mehmûd ji ANF'ê re axivî û wiha got; "Beriya referandûmê pêwîst e partiyên siyasî pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin. Divê parlamentoya herêmê were çalakkirin. Piştî pêkanîna van, çûyîna referandûmê dibe. Di rewşa ku parlamento ne çalak be, ez bawer nakim ku referandûm pêk were."