'Ji bo rakirina tecrîdê divê CPT zextê li Tirkiyeyê bike'

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Newroz Uysal got, rapora ku CPT piştî 2 salan eşkere kir kêm e û diyar kir, ji bo rakirina tecrîdê divê CPT zextê li Tirkiyeyê bike.

Komîteya Pêşîgirtina li Kiryarên Xerab û Êşkenceyê ya Konseya Ewroayê (CPT), 28-29'ê Nîsana 2016’an çûbû Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li Îmraliyê ziyaret kiribû. CPT piştî 2 salan roja 20'ê Adara 2018'an encama raporê eşkere kir û diyar kir ku rewşa tenduristiyê û ewlehiyê ya Öcalan baş e û xwest parêzer û malbat karibin bi Öcalan re hevdîtinê bikin. CPT li ser daxwaza rayedarên Tirkiye rapor eşkere kir. Di rapora xwe de diyar kir ku Öcalan 5 sal in nikare bi parêzerên xwe re û 18 meh in nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Her wiha CPT’î eşkere kir ku têkiliya Öcalan û girtiyên din bi derve re hatiye qutkirin. CPT da zanîn ku telefon jî di nav de bi ti awayî nikarin bi derve re biaxivin.

'RAPORA CPT KÊM E'

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, Newroz Uysal li ser eşkerekirina rapora CPT ji ANF'ê re axivî. Uysal diyar kir ku demek dirêj e weke parêzer, gelê Kurd û tevgera gelê Kurd ew li hêviya eşkerekirina rapora CPT bûn û wiha axivî: "CPT 28-29'ê Nîsana 2016'an çûbû Îmraliyê û bi Birêz Öcalan li Îmraliyê ziyaret kiribû. Li ser ziyaretê 2 sal derbas bûn lê belê CPT 20'ê Adarê de rapora xwe eşkere kir. Weke parêzerên Birêz Öcalan gelek caran em bi CPT re ketin nava têkiliyê û me xwest derbarê raporê de agahiyan bigirin. Lê belê CPT ji ber prosedura xwe derbarê raporê û rewşa Îmraliyê de ti agahî bi me re parve nekirin. CPT her tim bi biryara daxwaza Tirkiyeyê ya ku neeşkerekirina raporê ve girêdayî ma. Herî dawî CPT li ser daxwaza Tirkiyeyê piştî du salan rapor eşkere kir. Eşkerekirina raporê gelek baş e lê belê ev têrê nake û rapor gelekî kêm e. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de em parêzer, ji Nîsana 2014'an ve jî malbat nikare Birêz Öcalan bibînin."

'TECRÎD VEGUHERIYE ÊŞKENCEYÊ'

Uysal da zanîn ku CPT di rapora xwe de jî eşkere dike ku têkiliya Öcalan û girtiyên din bi cîhana derve re hatiye qutkirin û wiha pê de çû: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan veguheriye êşkenceyê. Tespîtên CPT ên der barê hevdîtina li gel parêzer, malbat û heyetan de di cih de ne û gelekî girîng e. Têkiliya Birêz Öcalan û girtiyên din bi derve re hatiye qutkirin. Hevdîitna parêzer û malbatan mafek e û demek dirêj e ev maf ji dest tê girtin. Hincetên dewleta Tirkiyeyê yên astengkirina hevdîtina bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê CPT li dijî vê derkeve. Dema girankirina tecrîda li ser Birêz Öcalan jî gelekî girîng e. Dema ku Birêz Öcalan ji bo pêvajoyek aştiyane û demokratîk kar dikir, tecrîdek giran li ser hate ferzkirin û hemû rêyên diyalogê hatin qutkirin."

DIVÊ CPT ZEXTAN LI TIRKIYEYÊ BIKE'

Uysal destnîşan kir ku divê bi ti awayî CPT hincetên dewleta Tirk yên ji bo astengkirina hevdîtinan qebûl neke û wiha dom kir: "Divê ji niha vir ve CPT zextan li ser Tirkiyeyê bike. Li Tirkiyeyê desteyên ji bo şopandina girtîgehan ziyaretan dikin û çavdêriyên xwe yên girtîgahin bi parêzeran re parve dikin. Lê belê hata niha bi ti awayî em nikarin der barê rewşa Îmraliyê de agahiyan bigirin. Berî niha bi demekê me xwest em xwe bigîhin encamêb Rapora Desteya Girtîgehan û heta niha bi ti awayî ev rapor bi me re nehatiye parvekirin. Di rapora CPT de jî tê dîtin ku rapora Desteya Girtîgehan bi awayek sererast hatiye girtin. Lê belê heta niha der barê Girtîgeha Îmraliyê de ti agahiyên zelal em nikarin bigirin. Li gel rapora CPT heta niha ne parêzer û ne jî malbat nekarîne Birêz Öcalan bibînin."

'TECRÎD ROJ BI ROJ GIRAN DIBE'

Uysal anî ziman ku her sê meh weke parêzer raporên xwe ji bo CPT dişînin û wiha got: "Divê CPT bi erka xwe rabe û û ji bo tecrîda li Îmraliyê bidawî bibe bikeve nava liv û tevgerê. Ji raporê zêdetir tecrîdek girankirî li ser Öcalan heye û roj bi roj tecrîd giran dibe. 8 sal in em weke parêzer nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û hemû serlêdanên me têne red kirin. Ji bo tecrîd ji holê bê rakirin jî divê CPT aktîf bi erka xwe rabe."