Ji bo Ozdemîr ê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn banga hestiyariyê hat kirin

Cezayê îdamê ku ji aliyê dewleta Îranê ve li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr hatibû birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin. Apê Ozdemîr, Alî Ozdemîr banga hestiyariyê li raya giştî kir.

ÎDAMA GERÎLAYÊ HPG’Ê HATEM OZDEMÎR HAT ERÊKIRIN

Cezayê îdamê ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Xoyê ve li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr hatibû birîn ku di 23’ê Hezîrana 2019’an de di kemîna hêzên dewleta Îranê de bi birîndarî dîl hatibû girtin, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin.

Apê Ozdemîr, Alî Ozdemîr ku têkîldarî biryarê axivî, diyar kir ku divê dewleta Îranê demildest dest ji vê bêhiqûqiyê berde û wiha got: “Biraziyê min ne hemwelatiya Îranê ye jî. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em dixwazin her kes li hemberî vê rewşê bi hestiyar bin.”