Ji bo meşa dirêj a li Zînî Wertê banga tevlîbûnê hate kirin

Meşa Dirêj a Ciwanan a ber bi Zînî Wertê wê di 16'ê Gulanê de bi piştgiriya 105 rêxistinên civakî pêk were. Ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin.

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji ber rageşiya li Zînî Wertê bi dirûşmeya ‘’Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşin’’ wê di 16 mehê de ji Ranyayê ber bi Zînî Wertê dest bi meşa dirêj bikin.

Têkildarê aloziya li devera Zînî Wertê û meşa dirêj ku wê bi pêşengtiya Însiyatîfa Ciwanên Başurê Kurdistanê di 16 mehê de destpê bike.

Rêveberê Rêkxirawa Fîçer Herdî Ehmed derbarê rageşiya li Zînî Wertê, ku piştî PDKê hêzên xwe şandin ser herêmê dest pê kirî, got 'rewşeke metirsîdar' e.

Herdî diyar kir ev rewş nayê qebûkirin, gelê Başûrê Kurdistanê jî qebûl nake û derbarê planên dewleta Tirk got, ''Em pir baş dizanin ku armanca dewleta Tirk a dagirker dagirkirina Başurê Kurdistanê ye. Yek jî armanca dewleta Tirk a dagirker jî ew e ku tekoşîna PKK'ê negihije asta çar parçe Kurdistanê.’’

'GELÊ BAŞÛR ŞERÊ NAVXWE QEBÛL NAKE'

Herdî da zanîn bi rageşiya li Zînî Wertê metirsiya şerê navxwe derketiye û got, ‘’Dixwazim bînim ziman ku gelê Başurê Kurdistanê nahêle şerê navxwe derkeve. Me 105 rêxistinên saziyên sîvîl jî diyar kir ku di vê pêvajoyê de şerê navxwe qebûl nakin û helwestê xwe li beramberî vî digirin. Divê li hember vê rewşa taybet ciwan û hemû gelê Başurê Kurdistanê helwesta xwe bi awayekî diyar bike. Çalakiyê xwe diyar bike.’’

'EM PIŞTGIRÎ DIDIN MEŞA DIRÊJ YA ZÎNÎ WERTÊ'

Herdî di dawiya axaftina xwe de ji bo meşa dirêj ya Zînî Wertê jî got: ‘’Em ji bo meşa dirêj ku 16 mehê de ji bo Zînî Wertê dest pê dike piştgiriya xwe radigîhînin. Peyam û armanca wan ew ku ji bo şerê navxweyî dernekeve. Me jî li gel gelê heremê û navçeyê wek rêxistinên saziyên sivil û çalakvanên medenî axifîne. Di rewşekî metirsidar de jî em ê dest bi mertalên zindî bikin.’’

Yek ji berxwedêrê çalakiya greva birçûnê Mervan Menduh Ozdemîr jî têkildarî aloziya li Zînî Wertê axivî û ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.

'MEŞ LI DIJÎ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE'

Mervan got, "Li Zînî Wertê bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker provakasyonek heye. Dixwaze bi vê provakasyonê pêl bi pêl Başurê Kurdistanê dagir bike. Pêşî li Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan bigire. Li hember vê provakasyona ku li Zînî Wertê bi rêve diçe li çar parçeyên Kurdistanê, di nav hunermedan, rewşenbîran kêm be jî hesasiyetek derketiye holê. Ji bo ev provakasyon nebe sedema şerê navxweyî 16'ê vê mehê de bi pêşengtiya Ciwanan li bajarê Ranyayê meşekî dirêj wê were lidarxistin. Bangawaziya min ew e ku ji hemû ciwan û jinan re tevlîbûna wan a meşa dirêj wê pêşî li dagirkirina Kurdistanê re rê were girtin.’’