Îro bi dehan kes, sazî û rêxistinên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji hemÛ gelê Kurd û Êzidî re xwestin. Herwiha KODAR, RJAK, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Bereya Demokrasiya Gel û gelek saziyên din serdana konê sersaxiyê kirin û ji aliyê nûnerên PADÊ'yê ve hatin pêswazî kirin.
Di konê sersaziyê de berpirsê şaxê PADÊ yê Silêmaniyê Şêx Cemal Qasim sersaxî ji hemû civaka Êzidî re xwest û diyar kir ku ji bo Şehîd Mam Zekî Şengalî 3 rojan konê sersaxiyê vedane.
Qasim diyar kir ku deriyê wan ji her kesê re vekiriye ku serdana wan bike û anî ziman ku Şehîd Mam Zekî şehîdê gelê Kurd e.
Dîsa di donê sersaxiyê de Hevserokê Tevgera Azadî Hacî Azad axivî û sersaxî ji hemû kesî re xwest. Azad bal kişand ser têkoşîna Mam Zekî Şengalî û got: “Mam Zekî 40 sal jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd borand.Mam Zekî ji bo me rûmeteke ku heta heta ji bîra me neçeû û xwedî lê derbikevin. Em soza têkoşînê heta serkeftinê didin.”