Ji bo Leylaya 4 salî serî li îstînafê hate xistin

Parêzerê xizmên Leyla Akdemîr a 4 salî ku hatibû qetilkirin Erdogan Tûnc li hemberî bersûcên hatibûn berdan, serî li dadgeha îstînafê da.

Li gundê Bezirgane yê Agiriyê di 15’ê Hezîrana 2018’an de Leyla Aydemîr a ku winda bûbû, piştre cenazeyê wê hatibû dîtin. Yûsûf Aydemir ê ku Leyla qetil kiribû cezayê muebeta giran stendibû,bersûcên din Mehmet Alî Aydemîr, Mûsa Aydemîr, Besîm Dûrsûn, Hatûn Dûrsûn, Ayşe Artam û Yildirim Artam jî hatibûn berdan.

Parêzerê dosyeyê Erdogan Tûnç derbarê bersûcên hatine berdan serî li dadgeha îstînafê da. Di daxwaznameya serlêdanê de qala îfadeyên derew û hevdu nagire yên bersûcan hate kirin. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku ji ber ku cenaze di cihekî sar de hatiye veşartin, kêzik nehatine ser cenaze û ev jî diyar dike ku ev kuştin beriya 26-27’ê Hezîranê pêk hatiye.