Parêzer Acûn diyar kir ku OPCW û saziyên wekî wan bi rastî rêxistinên serbixwe yên xwedî mîsyoneke navneteweyî ne, dibe ku ew rastî astengiyan bên û got, “Lê NY mudaxele bike, dewletên alîgir ji bo hêsankirina biryarên NY’ê mecbûr in tedbîran bigirin. Ji ber ku di peymanê de ev yek heye.”
Piştî şehadeta 17 gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî şehîd bûn, çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê, hem li qadan û hem jî li pêşberî saziyên navneteweyî, dewam dikin. Li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk û vê hovîtiyê gel bang li saziyên navneteweyî dike ku gavan biavêje.
Cihê bikaranîna çekên kîmyewî di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de çi ye, kîjan sazî di qada eleqedar de ne û serlêdan dê çawa bên kirin? Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Berdan Acûn ev mijar ji ANF'ê re nirxand.
Parêzer Berdan Acûn diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî di peymanên navneteweyî de weke sûcê şer tê pênasekirin. Acûn bal kişand ser vî tiştî ku ev çek jî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de tên nirxandin û got “Ev pêvajo di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de jî hatine jiyîn.”
DIVÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ DI ENVANTERÊ DE JÎ NEBE
Parêzer Berdan Acûn da zanîn ku çekên kîmyayî yên di her du şerên cîhanê de hatine bikaranîn, di warê sûcêli dijî mirovayetiyê de bûne sedema damezirandina mekanîzmayên cuda yên kontrolê û got, “Yek ji wan Peymana Cenevreyê ango Konvansiyona Cenevreyê ye. Di sala 1928’an de hat îmzekirin û ket meriyetê. Li gorî vê peymanê bikaranîna çekên kîmyewî li qadên şer qedexe ye. Helbet piştî sala 1928’an Şerê Cîhanê yê Duyem pêk hat. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de dîsa li ser bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk şop, rapor û delîlên cidî derketin holê. Piştî van şeran ev peyman hatin îmzekirin. Aliyên şer diyar kirine ku wê di envantera wan de çekên kîmyewî tunebe.
TIRKIYEYÊ DI SALA 1997’AN DE PEYMAN ÎMZE KIR
Parêzer Berdan Acûn diyar kir ku 188 welatan îmze dane peymanê û got “Bi awayekî vekirî soz dane ku ew ê vê qedexeyê binpê nekin û li ser vî esasî peyman îmze kirine. Di nav van welatan de Tirkiye jî heye ku di sala 1997an de peyman îmze kiribû. Welatên ku îmzekar û aliyên vê peymanê ne, divê bizanibin ji hilberînê bigire heta veguheztinê û bicihkirina di envanterê de jî qedexe ye. Niha dema em li nûçeyên ku ji aliyê rêxistinên serbixwe ve tên belavkirin û di medyaya Herêma Kurdistana Federal a Iraqê de tên weşandin dinêrin, nîşaneyên cidî yên bikaranîna çekên kîmyewî hene. Di vê mijarê de divê rêxistinên serbixwe yên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê û rastiyê derxînin holê. Divê rastiya welatên ku di van peymanên bikaranîna çekên kîmyewî de cih girtine, bê eşkerekirin.”
DIVÊ NY VÊ MESELEYÊ TÊXE ROJEVA XWE
Parêzer Berdan Acûn bi bîr xist ku heyetên serbixwe yên ji Elmanya û Swîsreyê xwestine biçin herêmê lêkolînan bikin, lê belê hatine astengkirin û got, “Rêxistinên serbixwe yên wekî Komeleya Bijîşkên Navneteweyî ya Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) bi rêxistinbûneke navneteweyî kete tevgerê û ji bo li herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn lêkolînan bikin, çûne Başûrê Kurdistanê. Lê destûr nehatibû dayîn. Destûr hatibû dayîn ku bi tenê li dora qadê lêkolînan bikin, lê dîsa jî wan raporek weşandin. Di raporê de bal hat kişandin ku nîşanên cidî hene ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Piştî van raporan, eger em bi rastî jî weke sûcê li dijî mirovahiyê û şer bi nav dikin, divê sekreteriya Neteweyên Yekbûyî bikeve dewrê. Divê ev mijar ji aliyê komîteyeke serbixwe ve bê lêkolînkirin û raporkirin. Destûra lêkolînê dikare bi fermana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî were wergirtin. Ji ber ku wek rêxistineke serbixwe bi tena serê xwe nikarin lêkolînan li qada bûyerê bikin. Ji ber vê yekê ev mijar ancax bi rêya hikumetan û zexta hikumetan, têkeve rojeva Neteweyên Yekbûyî.”
LI GORÎ PEYMANÊ DIKARIN LÊKOLÎNAN BIKIN
Acûn diyar kir ku OPCW û saziyên mîna wan bi rastî rêxistinên serbixwe ne û mîsyoneke wan a navneteweyî heye û got “Ev rêxistin ne li ser bingeha dewlet û peyman lê ji ber mîsyona meseleyên li ser disekinin, lêkolînan dikin. Ji ber ku ev rêxistin ne ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û ne jî ji aliyê dewletên alîgir ve hatine tayînkirin, dibe ku rastî astengiyan bên. Lê dema ku Neteweyên Yekbûyî destwerdanê bike, divê dewletên alîgir ji bo hêsankirina biryarên Neteweyên Yekbûyî tevbîran bigirin. Ger ev sazî ji aliyê NY’ê ve bên wezîfedarkirin, divê dewlet jî ji bo vekolînê tevdîrên hêsankariyê yên ji bo xebatê werbigire. Ji ber ku di peymanê de ev tişt hatine diyarkirin.”