Ji bo kesên li Silêmaniyê şehîd bûn konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo endamên Têkoşîna Dijterorê yên di êrîşa bi ser balafirxaneya Erbetê de şehîd bûn, li Silêmaniyê konê sersaxiyê hat danîn.

Duh di saetên piştî nîvro de balafirxaneya çandiniyê ya Erbet ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov ve hate bombebarankirin. Di encama êrîşê de 3 endamên Têkoşîna Dijterorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Ji bo şehîdan li mizgefa Ehmedî Hacî Elî ya li Silêmaniyê bi amadebûna xizm, heval, welatî û gelek aliyên siyasî konê sersaxiyê hat danîn. Welatî, aliyên siyasî, kesayet û nûnerên partiyan kom bi kom serdana sersaxiyê kirin.

Cenazeyê endamê Têkoşîna Dijterorê yên di êrîşa li ser balafirxaneya Erbet de şehîd bûne, Êvan Ednan li Silêmaniyê û Hîwa Qadir jî li Kerkûkê hatin veşartin.