'Ji bo jiyaneke azad divê em hîn bêhtir têbikoşin'

Şervana Ereb Amara Cûdî ku piştî Şoreşa Rojava bi bandora tevgera azadiyê tevlî nava refên PKK'ê bû wiha got, "Ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi rûmet a li welatê me, divê em hîn bêhtir têbikoşin."

Amara Cûdî ku ji gelê Ereb e, ji ANF'ê re qala çîroka xwe ya tevlîbûna li nava refên PKK'ê kir.

Amara Cûdî sala 2016'an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Di pêvajoyên destpêkê yên Şoreşa Rojava de tevgera azadiyê nas nedikir, bi demê re bihîst û bala wê kişand. Amara Cûdî got, "Di nava civaka xwe de me navê Kurd û Kurdistanê zêde nedibihîst, yan jî bi rengekî cuda ji me re qalê dikirin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi taybetî bi şerê Kobanê re kêm jî be min şervanên azadiyê nas kir. Di şerê Minbicê de jî min firsend dît ku şervanên azadiyê bibîne, nas bike. Minbic ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, şervanên YPG û YPJ ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bigirin ketibûn nava bajêr. Min li vê derê heval nas kir.

Dema ku min heval dît, tişta ku bandoreke xurt li mirovan dikir têkiliya navbera wan bû. Bi têkiliyeke xurt a hevrêtiyê bi hev ve girêdayî bûn. Her wiha gelekî ji gel hez dikirin ku vê yekê bandor li mirovan dikir.

Ev nêzîaktî dikir ku mirov li ser bifikire. Em Ereb bûn. Lê belê tevî vê yekê jî wan cudahî nexistin navbera gelan û ji bo me şer kirin. Ez li ser vê difikirîm. Min digot, divê em jî tevlî vî şerê mafdar bibin. Wê demê min xwest tevlî bibim.

Aliyekî din ê ku bandor li min kir, hebûna şervanên jin bû. Di nava civaka me de jinan şer nedikirin, di nava civakê de cihekî xwe hebû. Şerkirina jinekê li refên herî pêş, fikrên Rêber Apo yên têkildarî jinê û artêşbûna jinê kir ku li ser bifikirim. Vê yekê daxwaza min a ji bo tevlîbûnê xurtir kir. Min digot, weke jineke Ereb ez jî dikarim şer bikim."

Amara Cûdî ragihand ku têkiliyên hevrêtiyê yên navbera şervanên YPG û YPJ'ê, sekna wan a li pêşberî jiyanê gelekî bandor li wê kir û got, "Wê demê min çiya gelekî meraq dikir. Min digot, gelo jiyan li çiyê çawa ye, divê biçim li wir bijîm. Piştî ku tevlî bûm bi demekê çûm çiyê, min dît ku jiyan li çiyê ji tunebûnê tê afirandin. Her tişt di destê te de ye, berhemên dil û mejiyê te ne. Jiyan bi kedê tê avakirin. Bêguman zor û zehmetiyên wê hebûn, lê belê li pêşberî nirxên ku têne afirandin zor û zehmetî ne tiştek bûn.

Van hemûyan bandor li min dikir. Difikirîm; Rêbertî demeke ewqasî dirêj li êşkencexaneya Îmraliyê tê girtin, tevî vê yekê jî aliyên xwe yên fikrî û felsefîk çawa bi pêş dixîne.

Felsefeya Rêbertî xwedî çarçoveyeke berfireh û kûr e. Pêkanîna paradîgmaya Rêbertî wê di jiyana civakan de guhertinên mezin bike. Ev yek bûyereke dîrokî ye. Sîstema kapîtalîst ji bo pêşî li paradîgmaya Rêbertî bigire serî li her rê û rêbazê dide. Sîstem çiqasî hewl bide pêşî lê bigire jî divê em felsefeya Rêbertî hîn bêhtir bigihînin gelan û rêxistiniyê xurt bikin."

Gerîla Amara h erî dawî bang li ciwanan kir, "Bi taybetî dixwazim bang li ciwanên Ereb bikim; divê bên û tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Dewleta Tirk ne tenê zext û zordariyê li gelê Kurd dike, heman zextê û êrişan li dijî gelên Rojhilata Navîn dike. Ereban, Çerkesan, Suryaniyan li dijî xwe weke gefekê dibîne. Divê em pêşî li van êrişên dijminane yên dewleta Tirk a faşîst bigirin. Divê ciwan vê bibînin û hîn bi xurtî tevlî bibin. Divê em berê xwe bidin xwezaya xwe, berê xwe bidin çiyayan. Eger em bi rastî jî ji welat û gelê xwe hez dikin, eger em dixwazin li welatê xwe bi rengekî azad, wekhev û bi rûmet bijîn, divê em ji bo vê şer bikin, hîn bêhtir têbikoşin."