Ji bo jinên fedayî wateya Ocalan

Gerîlayên Jin ên çalakiyên fedaî kirin Sema Yuce, Warşîn Jiyan, Eylem Karaz û Guven Erûh, di nameyên xwe de yên beriya çalakiyê qala sedemên dilsoziya xwe ya bi Ocalan re kirin.

Gerîlayên jin ên di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de çalakiyên fedayî pêk anîn, beriya çalakiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîn azadiyê re name nivîsîn. Em beşek ji van nameyan bi we re parve dikin.

Sema Yuce (Serhildan) got, "Çawa ku li ezmanan cihê du rojan nîne û ev yek nabe, ji bo mirovekî dixwaze azad bibe, ji bo jineke dixwaze azad bibe du alternatîfên jiyanê, du navendên moralê jî nabe" û sala 1998'an li Zindana Bayrampaşayê bedena xwe da ber agir.

DIXWAZIM BI ÇALAKIYEKE ESÎL TACÎDAR BIKIM

Yuce di nameya xwe de diyar dike ku dijmin dixwaze pêşî li meşa wan a azadiyê ya mezin bigire û ew jî dixwaze mejî, dil û bedena xwe ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bike pirek ji agir.

Yuce dibêje, "Ez dixwazim hêza jiyanê, hêza serketinê ya jinê, baweriya xwe ya bi hevrêtiya jinê bi çalakiyeke esîl tacîdar bikim" û wiha dewam dike, "Daxwaza min a ji bo jiyana azad, ji bo jina azad vê yekê li min ferz dike. Niha baştir fêhm dikim ku dilsoziya min a bi Serok Apo re ew e ku di nava agirê vê dilxwaziya xwe de bibim xwelî û ji xweliyên xwe xwe ji nû ve biafirînim."

YEKANE HEBÛNA XWE, XWE FEDA DIKIM

Yuce dinivîsîne ku yek ji çavkaniya bingehîn a hêzê dide wê ku biryara afirandina jiyanê di kesayetiya xwe de bide, YAJK e û wiha dewam dike. "YAJK hem berhema baweriya bi hevrêtiya jinê ya bi Serok Apo re ye, hem jî pê bawer im ku ji bo belavbûn, mayindebûn û kûrbûna bîrdoziya Serok Apo wê bibe yek ji çekên girîng. Ji ber vê yekê mezinkirina YAJK'ê wezîfeya her jineke Kurd e, her jinên gelên herêmê ye.

Dilxwaziya min a ji bo azadiyê gelekî mezin e. Ji bo vê dilxwaziya xwe bikim hêza jiyanê, yekane hebûna xwe; xwe fedayî Serok Apo dikim. Jin çirûskên agirê Kurdan e yên bûne xwelî. Jinên ku ji nava xweliyên xwe ji nû ve afirîn û bûn çirûska vê yekê, wê bibin afirînerên Kurdistana azad. Lê belê ev jî wê têrê neke ku ji Serok Apo re bibe bersiv. Ji bo bibe bersiv, divê her dilên ku reş bûye di nava êgir de bê paqijkirin. Hêza min têra wê dike ku ez tenê dikarim dilê xwe bidim.

Ez xwe dikim Newroz. Dixwazim careke din bêjim ku min mejî, dil û her hucreya bedena xwe fedayî vê xeta bîrdoziyê kiriye. Soza xwe ya dilsoziyê careke din dubare dikim."

NAMEYA WARŞÎN JIYAN

Yek ji şervanên azadiyê ku çalakiya fedayî pêk anî û da ser şopa Sema Yuce, Warşîn Jiyan e. Jiyan Adara 2016'an li Şemzînanê çalakiya fedayî pêk anî. 

Jiyan di nameya xwe de ya li pey xwe hiştî diyar dike, ku dijminê li hemberî wan êrîşî mirovahî, azadî û jiyana ku Rêberê Gelê Kurd dixwaze biafirîne dike û ew jî li dijî vê yekê di nava pêvajoyeke xurt a têkoşînê de ye.

Warşîn Jiyan radigihîne ku komkujiyên li gelek herêmên Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin, nîşan didin ku sîstem ji bo ji nava kaosa tê de ye rizgar bibe bilebite û wiha dewam dike: "Komkujiya ku dewleta TC li Cizîrê li gel kir, nêta wê ya rastî nîşan dide. Tevî van hemûyan, meşa ku em li ser rêya ronahî ya Arînan dimeşin, meşa şoreşê ye. Wekî din, wateya meha Adarê, herikîna jinan a ber bi qadan, serhildana wan, yekbûn û rêxistinbûna bi milyonan jinan bi yek dilî, moral û hêzeke mezin dide mirovan."

NAMEYA EYLEM KARAZ

Eylem Karaz di Hezîrana 2016'an de li Çelê çalakiya fedayî kir. Karaz di nameya xwe de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje: "Hûn ne tenê Rêberê me ne, hûn Rêberê mirovahiyê tev e. Xeyala min û ya hevalên şehîd û hevrêyan hemûyan, kombûna bi we re li sûrên Amedê ye. Ez bibim, ya jî nebim jî gelê me, mirovên dost û gerîla wê li sûrên Amedê wê kêliyê bijîn. Ji dil bawer dikim ku ev xeyal pêk were û armanca min jî wê pêkanîna vê be."

Karaz di dewama nameya xwe de diyar dike ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ders ji hemû şoreşên dinyayê derxist, bi serbilindkirina jinê re dest bi rizgarkirina civakê kir û şoreş di rastiya jinê de da destpêkirin.

Karaz dinivîsîne ku di rewşa heyî de li ti devera dinyayê derfetên ji bo jiyaneke azad a jinan nîne û dibêje, "Tenê li nava PKK'ê jiyana bi rengê jinê heye. Wê demê divê em bi xurtî xwedî li vê jiyanê û têkoşîna azadiya jinê derkevin."

NAMEYA GUVEN ERÛH

Guven Erûh jî di Îlona 2016'an de li Şirnexê çalakiya fedayî pêk anî. Erûh di nameya xwe de balê dikişîne ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di nava têkoşîna azadiya jinê de. Erûh diyar dike ku berhemên ji aliyê Ocalan ve hatine afirandin, şoreşa Kurdistanê, şoreşa jinê, şoreşa Rojhilata Navîn gihandiye asteke girîng û ev yek hestên herî serbilind û kêfxweşiyê dide mirovan.

Erûh ji bo Rêberê Gelê Kurd dibêje, "Bi jiyaneke watedar û gotina çalakiyê dixwazim we bi hezkirin, hesret û hurmetdariyê hembêz bikim" û wiha dewam dike: "Di nava PKK'ê de ya ku herî zêde min serbilind dike û hestên min geş dike, asta heyî ya têkoşîn û tevgera jinê ye. Di vê mijarê de ji bo hêjayî Rêberê xwe bibin em çi bikin, kêm e. Rêbertî bi PAJK'ê re nasnameya jinên azad, bi YJA Starê re jî nasnameya berxwedan û têkoşîna bidestxistina azadiyê afirand. Em ji rewşa jineke ji rêzê derxist û gihand wê astê ku bibin mînak ji tevahiya dinyayê re."

Erûh destnîşan dike ku ji ber vê yekê hinceta wan a ji bo têkoşînê gelekî mezin e û dibêje, "Ez pê bawer im ku civaka jinê wê li her devera dinyayê bi vê berpirsyariyê rabe. Bi navê xwe dikarim bêjim; ez ê ji xwe re bikim esas ku hêjayî Rêbertî, xeta azadiyê ya jinê û nasnameya PAJK'ê."

Erûh di dawiya nameya xwe de dibêje, "Eger azadî ji bo me jinan pîvaneke ku nebe nabe, eger azadiya jinê azadiya civakê ye, eger azadiya Rêbertî temînata azadiya jinê ye, wê demê ji bo me jinan roj roja berxwedanê ye. Roja rabûna bi berpirsyariya xwe ye."

Erûh destnîşan dike ku ew dixwazin di vê jiyanê de bi ser bikeve, wekî din mafê wan ê jiyanê nîne û dibêje, "Bi baweriya serketinê ji we hemûyan gelekî hez dikim."