Ji bo grevên birçîbûnê CENÎ’yê bang kir: Bila gav werin avêtin
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Ceniyê ji bo grevên birçîbûnê bang kir ku, bila raya giştî û saziyên navneteweyî bihistyar bin û bi lez gavan biavêjin.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Ceniyê ji bo grevên birçîbûnê bang kir ku, bila raya giştî û saziyên navneteweyî bihistyar bin û bi lez gavan biavêjin.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Ceniyê ji bo grevên birçîbûnê îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, “Di serî de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo tecrîda li ser girtiyên siyasî were rakirin û polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê werin sekinandin, girtiyên siyasî ji 15’ê Sibatê û şûnde dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.”
‘DIXWAZIN CIVAKÊ TERBIYE BIKIN’
‘Li hemberî Rewşa Awarte û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 15’ê Sibatê û vir ve 187 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û hejmara wan roj bi roj zêdetir dibe. Grevên birçîbûnê îro ketiye roja 56’emîn ku ev jî sînorê mirinê ye êdî. Li gelek girtîgehan jî grevên birçîbûnê tên dest pê kirin û hejmara çalakvanan jî roj bi roj zêdetir dibe.
Hikumeta AKP’ê dixwaze bi binçavkirin û girtinan hemû demokrat, parêzvanên mafên jinan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend kesên muxalîf teslîm bigire. Her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan kes tên binçavkirin. Rejîma AKP’ê Rewşa Awarte ji xwe re dike hincet û mafên mirovan bin pê dike û li ser girtiyan îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk dike. Ligel ku ev îşkence ji aliyê saziyên navneteweyî bûbûn rapor jî, di vî warî de tu gavên erênî nehatine avêtin.
Hikumeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe hewl dide Tirkiyeyê bike girtîgeheke servekirî û bi îşkenceyên cihê yên li ser girtiyên siyasî, dixwaze civakê gişî terbîye bike.
‘ASTA KRÎTÎK!’
Di van şertên giran de girtiyên siyasî yên ku ji bo mirovbûn û rûmeta xwe biparêzin, ji xeynî bedena wan tu rê li ber wan nemaye û greva wan a birçîbûnê ketiye roja 56’an a ku êdî asta krîtîk e.
BANG
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Ceniyê di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang kir.
“Em bang li saziyên navneteweyî yên wekî CPT, Amnesty International û Neteweyên Yekbûyî dikin, beriya ku li girtîgehan mirin pêk were bila gavan biavêjin û em bang li hemû saziyên jinan, mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî dikin ku bila piştgiriya berxwedana li girtîgehan bikin û daxwazên girtiyan ragihînin sazî û dezgehên eleqedar. Em bang dikin ku bila her kes beşdarî çalakiya li ber CPT’ê ya di 13’ê Nîsanê de bibin û dengê girtiyan ragihînin cîhanê.”