‘Ji bo girtiyên li Seydîşehîr niha gav bavêjin’

Greva girtiyên li Konya Seyîdşehîrê dewam dike. Malbatan gotin: “ Ewlekariya ruhê wan nîne. Ji bo çalakiya xwe ne vegerînin rojiya mirinê, niha gav bavêjin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 6 girtiyên li Girtigeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê ku di 6'ê Gulanê de destpê kiribûn, didome.

‘TI EWLEKARIYA WAN TINE’

Birayê girtî Yilmaz Uçar Omer Uçar, diyar kir ku kesên ketine greva birçîbûnê ew avêtine hucreyê û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin ku beyî girtî dest bi rojiya mirinê bikin gvan bavêjin. Divê bi Lez heyetek serbixwe biçe lêkolîn bike û li wan guhdar bike. Divê lêkolîn bike û raporê bi raya giştî re parve bike. Niha tu ewlehiya birayê min û hevalên wî yên di grevê de tine ye. Hefteyek e em agahiyê ji wan nastînin. Mafê wan ê telefonê ji destê wan hatiye girtin. Piştî birayê min dest bi grevê kir, lêpirsîn dan destpêkirin û ew avêtin hucreyê."

‘BERÎ DEST BI ROJIYA MIRINÊ BIKIN, GAV BAVÊJIN’

Uçar, destnîşan kir ku girtî ji ber zextên li dijî xwe dikevin grevê û wiha bi dawî kir: "Ger ku ev mirov bedena xwe didin ber mirinê wê demê êşkenceya giran heye. Dayika min û bavê min bi nexweşiya krnonîk in. Ji ber rewşa birayê min êşên mezin dijîn. Divê berî her tiştî vê zilm û eziyeta li ser girtiyan û malbatên wan bi dawî bikin. Em dixwazin hêj girtiyan dest bi rojiya mirinê nekirine rayedar gavan bavêjin."