Ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Başûr konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Başûr ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajaroka Hacîava ya Raperînê konê sersaxiyê hate danîn.

Gerîlayê HPG’ê Azad Başûrî (Azad Mine) di 30’ê Cotmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.

Li bajaroka Hacîava ya Raperînê ji bo gerîlayê HPG’ê Azad Başûr konê sersaxiyê hate danîn û gelek kes çûn sersaxiyê.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Selam Ebdullah jî çû sersaxiyê û di sersaxiyê de wiha axivî: “Şehîd Azad, yek ji lehengê gelê me ye. Ew ne tenê kurê malbatekê ye, hemû gelê Kurd şanaziyê pê dike û xwedî lê derdikeve. Soza xwe dubare dikin ku li ser rêya şehîd Azad û tevahiya şehîdan xebat û têkoşîna şehîdan bidomînin.”

Birayê Şehîd Azad Başûr, Mihemed Mîne axivî û got: “Em weke malbata şehîd şanaziyê bi şehîdê xwe dikin. Ev şehîdbûna nabe nesîbê her kesê. Divê her dayikek zarokên xwe wiha azad û jêhatî perwerde bike. Erdoganê terorîst ne tenê dijminê parçeyekê ye, li her çar parçeyên Kurdistanê ew dijminê tevahiya gelê Kurde.”