Ji bo gerîlayê HPG’ê Aslan li Wanê mewlûd hate dayîn

Ji bo Abdûrrahîm Aslan (Demhat Faraşîn) ê ku tevî 3 hevalên xwe di 27’ê Gulanê de li Şaxê ya bi ser Wanê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdûrrahîm Aslan (Demhat Faraşîn) ê ku di 27’ê Gulana 2017’an de li Şaxê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hate dayîn. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, rêveberên bajêr ên HDP-DBP’ê yên Wanê, Înîsîyatîfa Dayîkên Aştiyê, çalakvanên TJA’yê û gel beşdarî mewlûdê bûn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di mewlûdê axivî û bang  kir ku bila gel di nav yekîtî û hevgirtinê de be û ji bo operasyonê balguhertinê bila bihistyar be.