'Ji bo gerîla dermanê herî baş hevrêtî ye'

Gerîlaya YJA Starê Azê Viyan ku di berxwedan Cenga Heftanînê de xebatkara tendiristiyê ye, dibêje, dema ku ew bi gerîlayên birîndar re dilebike, ev dermanê herî baş û herî biqîmet e.

Şervana YJA Starê Azê Viyan ku li qada Heftanînê ev ji 2 salan zêdetir e hem gerîlatiyê dike û hem jî xebata tendiristiyê dike,behsa halê bi moral û vîn yên gerîlayên birîndar kir. Gerîla Azê Viyan ku ji dema pêngava Cenga Heftanînê dest pê kirî  ji mewziyan dibeze mewziyan, dibêje , rol û misyona xebatkarên tendiristiyê li nav şer pir girîng e.

Azê diyar dike di nav PKK'ê de dema ku mirov xebatkarê tendirstiyê û doktor be ev hîseke pir cihê bi mirov re çêdike û li ser sedema wê jî wiha dibêje: ''Ji ber ku yê ku birîndar bûye û birîna wan dipêçî hevrêyê te ye. Li nav rêxistinê, li nav PKK'ê hevrêtî ya herî girîng e. Mirov divê xwe ji bo her tiştî hazir bike, ji ber ku yê ku di çalakiyê de cih girtî û birîndar bûyî hevrêyê te ye û mirov divê di rewşên wiha de xwînsarî be.  A rast me xwe li vê qanih kiriye, her tişt ne derman e, rola wê jî heye lê dema ku mirov bi hevrêtî li gerîlayên birîndar binere, ev dermanê herî baş, herî biqîmet e.''

ÇEKA WÊ YA HERÎ MEZIN DERMANÊN WÊ NE

Azê Viyan diyar dike zor e ku mirov xebatkarê tendiristiyê be û didomîne, ''Carinan bi rojan mirov nikare xwe bigihîne hevalan, carinan jî bi rojan mirov li cem hevalan dimîne. Dema ku mirov tedawiya wan dike, kêfxweşî û dilxweşiya wan dibîne, dema ku mirov dibîne ku baş dibin û êşên wan isvik dibin, mirov dibêje qey mirov jî gule avêtiye dijmin.  Her tişt ne ew e ku mirov guleyekê biteqîne, an jî di koma çalakiyê de be an jî biçe eniyê û weke hevalan çalakiyê bike. Helbet ev girîng in lê hemû ne ev e. Çeka min a herî mezin dermanên min û çenteyê min ê dermanan e. Rola vê, hîsa vê ya ku dide mirov pir cuda ye. Her dema ku birînekê paqij dikin, rehet dikim ez guleyekê davÊjim dijmin û ev jî li dijî dijmin çalakiyek e.

Hevalên gerîla vîna wan weke pola ye. Dema ku birîndar dibin ji moral û coşiya wan hêzeke mezin distînim. Mînak dema ku birîna wan paqij dikim, li gel ku birîndar in jî ew jî bi min re dibin alîkar. Birîn şopên şoreşê ne. Şopên Cenga Heftanînê ne. Heftaîn ji bo dijmin wê her roj bibe tirs. Wiha bi hêsanî neketin Heftanînê wê wiha bi rehetî jî dernekevin. Heval bi moral, coşî û biryardariyeke mezin şer dikin. Ji ber ku Heftanîn diyarê jinên azad e, ji ber ku li Şeşdara bi pêşengiya jinan û di şexsê heval Esmer de dîrokek, dastaneke hate nivîsîn.''