Ji bo endamê HAT'ê Gelî Tolhildan merasîm hat lidarxistin

 Endamê HAT (Hêzên Antî-Terorê) Gelî Tolhildan di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê bi merasîmekê şehadeta endamê Hêzên Antîteror Ebdulrehman Ehmed (Gelî Tolhildan) ê di 22‘yê Nîsanê di pêngava Xezeba Firatê jiyana xwe ji dest dabû ragihand. Merasîm li taxa Xerbî ya bajêr hate lidarxistin.

Bi sedan welatî bajarê Dirbêsiyê û Zerganê ku wêneyên şehîd Gelî Tolhildan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên şoreşa Rojava rakirin , berê xwe dan cihê merasîmê, girse bê navber dirûşmeyên Şehîd namirin berz kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.Piştre axaftin hatin kirin.Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Fehed Sukur, li ser navê Kongreya Star Kelsûma Osaman, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nûman Erebo û li ser navê YPG‘ê Agirî Jînda axivîn.

Di axaftinan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Bakurê Sûriye hatin şermezarkirin, hate gotin ku armanc ji êrîşan ew e ku vîna gel û destkeftiyên şoreşê têk biçin.Axaftivanan anîn ziman ku têkoşîna gel a li hember pîlanên Tirkiyeyê û DAIŞ‘ê berdewam e.

Axaftivanan her wiha daxwaz ji serokê PDK‘ê arzanî kir ku destê xwe nede hikumeta Tirk û ji bo doza kurdî têkoşînê bike.

Birayê şehîd Gelî, ku endamê YPG‘ê Şoreş Tolhildan soza rakirina tola birayê xwe û hemû şehîdan da.

Di merasîmê de, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rûken Ehmed nasnemeya şehîd Gelî Tolhildan xwend û radestî malbata wî kir.

Merasîm bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.