Ji bo dengê kolberan bide bihîstin bi bisiklêtê diçe Tehranê

Hawirdorparêzê ji Merîwanê Şerîf Bacwer, ji bo kuştina kolberan bi destê rejîma Îranê şermezar bike, bi bisiklêtê ji Merîwanê berê xwe da Tehranê.

Hawirdorparêzê ji Merîwanê Şerîf Bacwer, ji bo kuştina kolberan bi destê rejîma Îranê şermezar bike, bi bisiklêtê ji Merîwanê berê xwe da Tehranê.

Bacwer roja 11'ê Îlonê bi rê ket û îro li bajarê Dêgulan ê herêma Leylakê ji aliyê gelek welatiyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û hawirdorparêzan ve hate pêşwazîkirin.

Bacwer beriya niha jî gelek caran ji bo parastina xwezayê û şermezarkirina êrîşên rejîma Îranê tevlî gelek çalakiyan bûbû. Par ji ber çalakiyeke xwe, îstîxbarata Îranê (Îtlaat) dikana wî ya li Merîwanê şewitandibû.