Ji bo cenazeyên hatibûn revandin, malbatan serlêdan kirin

Dewleta Tirk Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hilweşandibû û cenaze ji goristanê revandibû. 10 malbatan ji bo cenazeyan serlêdan kirin.

Di 19’ê kanûna 2017’an leşkeran 267 cenazeyên endamên PKK’ê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê derxistibûn û biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK.) Cenaze li ATK’ê hêj tên rawestandin. Heta niha tenê du malbatan cenazeyên xwe wergirtin. Tevî ku 475 roj derbas bûn jî malbatên din cenazeyên xwe wernegirtine. Bêyî ku tu hincet were nîşandan, cenazeyan nadin 38 malbatan.

Hîlmî Altin, Ahmet Çelîk, Mahmût Toprak, Nezîr Ozcan, Şayiste Karabaş, Musaava Okta, Hediye Karabay, Fazîle Karabay, Şadiye Bîngol û Ziyadîn Bîngol ên ji Stenbol û Edeneyê ji bo wergirtina cenazeyan hatin Bedlîsê, piştî serlêdana dozgeriyê ji bo DNA’yê xwîn dan nexweşxaneya dewletê.

Bi serlêdana 10 malbatên din re jî hejmara malbatên serlêdan kirine gihîşt 48 malbatan. 219 malbatan hêj serlêdan nekiriye.

Parêzerên endamên Şaxa ÎHD’ê ya Tetwanê banga li malbatan kir û xwestin malbatên serlêdan nekirinê, divê roj berî rojekê serî lê bidin.