'Ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe divê em xweser bin'
Gerîlaya YJA Starê Amara Şengal bang li civaka Êzidî kir û got; "Civaka Ezidî heya ku bi xweseriya xwe bijî pêwîste têbikoşe û êdî nekeve bin destê hêzên desthilatdar’’
Gerîlaya YJA Starê Amara Şengal bang li civaka Êzidî kir û got; "Civaka Ezidî heya ku bi xweseriya xwe bijî pêwîste têbikoşe û êdî nekeve bin destê hêzên desthilatdar’’
Gelê Şengalê ku ji ber baweriya xwe dehan fermanan li wan rabû. Di fermana 73’an de bi alikariya gerîlayên Kurdistan hatin xilas kirin. Roja îro jî hêzên ku Êzidî bi komkujiya DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin dixwazin ku gerîla ji Şengalê derkevin. Gelê Şengalê jî ji ber ku dizane ku bikeve bin destê desthilatdaran wê dîsa ferman lê rabin, dixwaze ku bibe civakeke xweser û nekeve bin destê hêzên desthilatdar. Gerîlaya Êzidî Amara Şengal jî ji bo dîsa ferman li Êzidiyan ranebe bang kir ku têkoşîna xweseriyê were dayin.
‘DI FERMANÊ DE TENÊ GERÎLAYAN ÊZÎDÎ PARASTIN’
Gerîla Amara Şengal di axaftina xwe de behsa rojên fermanê yên bi êş kir û wiha got; "Wekî ku her kes jî dizane gelê Êzidî hebûna xwe heya sala 2014’an her tim bi tirsa fermanan jiya. Her tim jî ferman li wan rabûn. Gelê Êzidî jî ji wan gelan e ku her komkujî bi serê wan de anîne. Tu kes nikare ji vê zilmê re wek qederê mêze bike. Feraseta yek olî, yek gelî bûye sedema komkujiya Êzdiyan jî. Tu hêz nikare polîtîkayeke wisa li ser tu gelê me bike. Her dema fermanê de gelê me bi tene maye û hatiye kuştin. Di fermana herî dawiyê de jî me gelek êş kişandin. Min jî bi cavê xwe kuştina gelê xwe dît. Ez bixwe jî piştî fermana herî dawî li ser gelê me, jin û zarokên me hat meşandin tevlî nav refên PKK’ê bûm. Ji ber ku min jî dît ku derveyî gerîla tu kes me û gelê me naparêze. Ya rastî jî ev bû ku ji bilî tevgera PKK’ê kesekî dest ne avêt Êzidiyan. Ez ji xwedî derketina gerîla ya li gelê Êzidî gelekî bandor bûm. Niha jî wek gerîlayeke jin ji bo parastina gelên ku zilm li wan tê kirin ez xwe perwerde dikim, ji bo ku gelên bin dest werin parastin ez ê bi hemû hêza xwe şer bikim. Ji bo ku ez gerîla me serbilind im."
‘PÊWÎSTE HER KES JI XWESERIYA ÊZÎDIYAN RE HURMETDAR BE’
Şengal di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya xweseriya gelan û taybet ji bo xweseriya gelê Êzidî jî nêrînên xwe parve kir; "Herkes jî dizane ku gelê Êzidî êdî baweriya xwe bi wan hêzan ku Êzidî li ber komkujiyê hiştin nayîne. Ji ber ku Êzidî ji bo baweriya xwe ya olî bi komkujiyê re rû bi rû man. Gelekî ku ji bo baweriya xwe were kuştin jixwe wê bixwaze bi hêza xwe bijî. Di her devera cîhanê de jî pêwîst e ev tişt wisa be. Ger ku îro gelê Êzidî dixwaze ku bi gerîla re bijî tê fêm kirin ku baweriya xwe bi gerîla tîne. Xwestina Xweseriya jî mafê herî rewa û sirûştî yê civakekê ye. Ev îradeya gelekî ye. Pêwîste gelê Êzidî jî çawa dixwaze wisa bijî. Hêzên ku roja komkujiyê Êzîdî bi tenê hiştin pêwîst e niha jî divê têkilî biryara civaka Êzîdî nekin. Ger ku gelê Êzidî dixwaze xweser be pêwiste hemû hêz ji vê biryara gelê Êzidî re hurmetdar bin."
Gerîla Amara Şengal bangawazî li gelê Şengal û Êzidiyan kir ku ji bo xweseriyê têbikoşin û gotina xwe wiha bi dawî kir; ‘‘Bangawaziya min li gelê Şengalê ew e, ji bo ku dîsa li ser serê gelê me ferman ranabin divê ji bo xweseriyê têbikoşin. Gelê Êzîdî bi alîkariya gerîla hate van rojan. Pêwîst e ji îro û şûn ve jî ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tekoşîna xwe mezin bikin û bi awayekî xweser bijîn. Ez weke gerîla û keçeke Êzidî li serê çiyayên Kurdistana azad silavên xwe ji jin û gelê Êzidî re dişînim.’’