Ji bo cara 10'an bang li Emîne Şenyaşar kirin ku îfadeyê bide

Emîne Şenyaşar ku xizmên wê sala 2018'an ji aliyê AKP'iyan ve hate qetilkirin, daxwaza edaletê dike. Vê carê jî bi îdîaya "heqareta li karmendê cemaweriyê" bang li Emîne Şenyaşar kirin ku îfadeyê bide.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê dewam dike.

Malbata Şenyaşar ji bo dest bi roja 273'an a çalakiya nobedê bike bi dowîza "Em tenê edaletê dixwazin" hate ber Edliyeya Rihayê. Malbata Şenyaşar her roj ji bo vê çalakiyê bi 42 kîlometreyan ji Pirsûsê tê Rihayê.

Bi destpêkirina çalakiyê de polîs hatin cihê çalakiyê û bi hinceta ku "heqaret li karmendên cemaweriyê kiriye" ji Emîne Şenyaşar re ragihandin ku wê li Şaxê Ewlekariyê yê Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr îfadeya wê bigirin. Polîsan ji dayik Şenyaşar re xwest ku di nava rojê de biçe emniyetê û îfadeyê bide.

Ji dema destpêkirina çalakiya Nobeda Edaletê û vir ve cara dehemîne ku bang li Emîne Şenyaşar tê kirin ku îfadeyê bide.

Ferît Şenyaşar li ser van zext û zordariyan axivî û diyar kir ku armanc ji vê yekê dûrxistina wan ji çalakiya nobedê ye.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku her kesên li pêşberî vê bûyerê bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne û got, "Di serî de baro, partiyên siyasî yên bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne. Li holê bêhiqûqiyek heye. Malbateke çete Rihayê bi rê ve dibe."