Ji bo bîranîna şehîdên Heftanînê li Silêmaniyeyê tûrnûvaya ciwanan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê yên li Başûrê Kurdistanê ji bîranîna şehîdên Cenga Heftenînê li ser nave Şehîd Rûstem Cûdî bi şîara, "Bi Ruhê Cenga Heftenînê Dagirkeriyê Têk Bibe, Kurdistanê Biparêze” dest bi tûrnuvaya futbolê kir. 

Tûrnûvaya futbolê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya 6 tîman pêk tê.

Beriya tûrnûva dest pê bike Ciwanên Şoreşger bi munasebeta tûrnuvayê daxuyaniyek da. Nûnertiya PYD ya Başûrê Kurdistanê, Kongre Star û Partiya Wahdê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê Ciwanên Şoreşger Mervan Saît ve hate xwendin.

Mervan Saît got, "Em îro bi navê Ciwanên Rojava li ser navê şehîd Rûstem Cûdî tûrnûvayekî dikin. Em vê tûrnûvaya xwe li bajarekî Kurdan bi navê ciwanên Kurd bi kêfxweşî û şanazî pêk tînin."

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin bibîrxistin û işaret bi berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev berxwedan jî rêka wê weke rêka Rûstem Cûdî ye ku li Heftanînê erîşên dijminê dagirkerên bi teknîka serdemê ya herî pêşketî bi rihê fedayî vale derxistine.

Şehîd Rûstem Cûdî ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê bû û li çiyayê Heftanînê ku îro bûye navenda şerê parastina Kurdan li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Belkî îro ji destê her kesî nayê ku wekî mîlîtanekî li beranberî dijmin şer bike. Lê belê em ji bîr nekin ku ev şer şerê hemû Kurdane. Ji ber wî ji bo xwedî derketina destketiyên Kurdan pêwîste her kesek çi ji destê wî tê di roja îro de li ser esasê şopdariya şehidan de pêk bîne. Erdoganê faşîst bi xwe jî dibêje 'şaştiya ku me rê daye li Başûr statuya Kurdan a roja îro çê bibe'.

Dîsa eşkere tîne ziman, 'piştî PKK'ê rojava piştî Rojava jî ez ê Başûrê Kurdistan dagir bikim û xeyalê xwe yê dema Osmaniya pêk bînim'. Ango taştê PKK be nîvroj Rojava û şîv jî Başûrê Kurdistanê ye."

Mervan Saît destnîşan kir ku divê her Kurdek li ser esasê exlaq û şerefa Kurdîtiyê erka parastina Kurdistanê bike û got, "Em jî ciwanên Rojava pengava KCK ya 'Bese ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re dem dema azadiyê ye' silav dikin.

Em îro wekî bîranîna Rûstem Cûdî gera xwe ya futbolê pêk tînin û tînin ziman ku em ê şopdarê heqîqeta jiyana şehîdan bin û meşa wan bi serketin û azadiya Kurdistanê misoger bikin."

Piştî daxuyanî 2 lîstok hatin lîstin.

Encama şevê wihaye;

Tîma Kobanê 1 - 2 Miştenûr
Tîma Rojava 4 – 1 Rûstem Cûdî

Li gel tîmên futbolê her wiha gelek ciwan û şêniyên herêmê tevlî tûrnûvayê bûn.