Ji bo Başûrê Kurdistanê pêşniyara 'hikumeta demî' hate kirin

Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê ya ji aliyê Berhem Salih ve hate avakirin, ji bo Başûrê Kurdistanê pêşniyara 'hikumeta demî' kirin.

Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê ya ji aliyê Berhem Salih ve hate avakirin daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin, ku ji bo çareserkirina krîza li Herêma Başûrê Kurdistanê wan dest bi karê ji bo avakirina hikumeta demî kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya navborî de hat gotin, "J bo avakirina hikumeta demî, em ê kar û hewldanên xwe bidomînin. Ji bo diyaloga bi hikumeta federal a Iraqê re û pêkanîna hilbijartinên li Herêma Kurdistanê, em avakirina vê hikumetê weke erk û wezîfeya xwe ya bingehîn dibînin."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Başûrê Kurdistanê krîzê rû da, karesata siyasî der bû û destwerdana leşkerî hate kıirin. Ji bo parastina destketiyên xwe, ji bo meşandina pêvajoya xiyasî û asayîkirina rewşa li Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn û hemû herêmên cihê nîqaşê ne, em bi navê Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê van daxwazan dikin:

1- Bila hemû partiyên siyasî û hêzên li Başûrê Kurdistanê bibin yek û yekîtiya gelê Kurd biparêzin. Ji bo gelê xwe ji gefa şerê navxweyî biparêzin, em vê yekê weke karê sereke dibînin.

2- Ji bo hikumeteke demî bi rêya parlamentê ava bibe, em ê bi hemû hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re di nava diyalogê de bin. Em, pêkanîna hilbijartinê û destpêkirina diyaloga bi hikumeta navendî re ji xwe re weke wezîfeykee bingehîn dibînin. Em pêşniyar dikin ku ev hikumet di bin çavdêriya heyetên çavdêr ên navneteweyî de be. Ji bo guhertinên qanûnî yên ji bo sîstema parlamenteriyê, divê pêşnûme qanûn bê amade kirin. Ev pêşnûme jî di referandûmê de divê pêşkêşî dengdana gel bê kirin.

3- Pêwîste nêzîkatiya hikumeta navendî ya Iraqê li 'herêmên cihê nîqaşê' di çarçoveya qanûnî de be, hewl bê dayin ku rewşa li herêmên navborî bê asayîkirin û pêşî li vegera welatiyên koç kirine bê vekirin.

4- Divê sîstema Serokatiya Herêma Kurdistanê bê betalkirin. Erkên Serokatiya Herêmê di çarçoveya qanûnan de radestî saziyên pêwendîdar bên kirin."