Ji bo Altûn 22,5 sal ceza tê xwestin
Ji bo Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn a ku girtî ye 22,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn a ku girtî ye 22,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê ji bo Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn bi hinceta ku 'rêvebera rêxistinê ye' îdîanameyek amade kir û ji Altûn re ji 15 salan heta bi 22,5 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Di îdîanameyê de daxuyaniyên çapameniyê, meş, merasîma cenaze, serdanên goristanê, xebatên KCD’ê yên 2015-2016'an weke sûc hatine nirxandin.
Rûniştina pêşî ya dozê 3'ê Tîrmehê wê li Dadgeha Cezayê Giran a 1. a Dersîmê were dîtin.