Ji bo Çîçek ê ji erka wî hate girtin 15 sal ceza xwestin

Ji bo hevşaredarê Yenîşehîr Îbrahîm Çîçek ê ji aliyê dewleta Tirk ve ji erkê hate girtin û li şûna wî qeyûm danî, 15 sal cezayê girtîgehê xwestin.

Hevşaredarê Yenîşehîra Amedê Îbrahîm Çiçek piştî di hilbijartinê de hatibû hilbijartin, wezîr ew ji peywirê girt û li şûna wî qeyûm danî. Danişîna doza Îbrahîm Çîçek li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran hat dîtin. Dozger bi sucdariya tevlî xebatên KCD, DBP'ê bûye û dema Hevserokê DBP'ê yê Amedê bû daxuyanî dane, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê". Çîçek, bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bûn. Parêzerên Çîçek Îbrahîm Afşar, Mehmet Oner û Mesut Bestaş ji tevlî danişînê bûn. Heyetê biryar da ku doza Çiçek bi dosyaya li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran re bibe yek. Dozger bi hinceta Çiçek tevlî 45 çalakiyan bûye, ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest. 

Parêzer Îbrahîm Afşar, parastin kir û xwest Çîçek bê berdan. Heyeta dadgehê jî daxwazên parêzeran red kir û danişîna dozê taloqî 11'ê Sibatê kir.