Ji bin bomberdûmanê rizgar bûn

Li herêma Bestayê 5 gerîla li gel diyarbûna cihê wan bi dijwarî hatin bombekirin, lê bi saxî ji bin bomberdûmanê rizgar bûn.

Li herêma Besta ya Botanê 13’ê Gulana 2020’ê artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayan dest bi operasyonake ya bi desteka hewayî kirin. Di vê operasyoan 2 rojan dom kir de, artêşa Tirk tenê ji bo 3-4 saetan xebatên lêgerînê bikin li cihên diyar ên herêmê bicih bûn. Li qadên ku helîkopter û balafiran bi dijwarî bombe kirin, hate îdîakirin ku 7 gerîla şehîd bûne. Gerîlayên Botanê Adil, Zagros û Êrîş ên ji êrîş bi saxî rizgar bûn ew kêlî ji ANF’ê re vegotin.

DI NAVA KOÇERAN DE SÎXÛR

Gerîla Êrîş Cûdî: Wê şevê em 5 hevrê li cihê xwe bûn. Bi danîna zoman re koçer li qadê hebûn. Keşif tevahî rojê hebû. Ne mimkûn bû ku cihê me bibînin û ji ber ku em ji cihê xwe derneketin. Lê me zanî ku di nava koçeran de sîxûr hene û wê nuqteya me tesbît bikin.

Hevrê Harûn hevrêyeke jêhatî bi bejin û bal bû. Ji me tevan bi bi ezmûn û tecrûbe bû. Dema ew ji wi derket di nava çend çirkeyan de me derketin. Harûn demekê şûnde ji me qût bû. Min pey re pir qîr kir ku nece cihê ber diçe, lê çû. Min dît ku ber bi Ava Besta Hincê çû. Piştî demekê şûnde cihê ber diçû balaifr û kobrayan bombe kir.

CIHÊ HATE BOMBEKIRIN

Gerîla Zagros Cûdî: Balafiran saet 20:15’an bombe li cihê me barandin. Dema li me dan em hinek gêj bûn, lê di carekî de em hatin ser hişê xwe û me xwe kom kir. Me bang li hev kir kî, sax e. Min bang li Dijwar û Adil kir, Êrîş jî jibo Harûn ê asê mayî rizgar bike, di nava hewldanê de bû. Bê navber min bang li wan hevalan dikir. Piştre me zanî ku ew her du hevrê pêşiya me ji cih derketiye. Piştre jî em her sê heval derketin. Demekê şûnde Harûn ji me qût bû.

BI SAYA DIJWAR JI BIN XIRBEYAN DERKET

Gerîla Adil: Hevrêyê min ji bin xirbeyan derxist hevrê Dijwar bû. Pir xwînsar bû. Wî kir ku ez ji wir derkevim. Min dengê hevrê Êrîş, Harûn û Zagros bihîstin. Min çend carî bangî wan kir. Piştî ku min fam kir ku dengê min nabihîsin, ez ji wir dûr ketim. Li gel hevrê Dijwar me zanî ku hemû hevrê dijîn. Ji cihê xwe derketin û çûn.

Ya gerîla ji hev qût neke, girêdanên hevrêtî yên ji hev ti car qût nebe ye. Ji nûnerên mezin ên fedayî yên PKK’ê hevrê Egît û Sabrî ji bo me rizgar bike xwe feda kirin. Ew li ciheke din bûn. Dema dît ku bombe li cihê me dan, bi hewara me ve hatin. Soz didin hevrêyên xwe Sabrî û Egîd ên fedayî û qehreman em ê zû yan direng dijmin ji welatê xwe bavêjin.